Hêvîyek
Di rojên şer tê kirin de derxistina rojnameyê hewqas zorê ku em dib’ecin. Lê ez rûpêlên rojnemeyên din dinherin wiha dinvîsin, ‘roketên me yên bi lazer hene, bombêyên me bi hiş hene, me lêda û me kuşt’ Ez ji ber van nivîsan gelek acizim. Dayikên ku zarokên wan bi wan roketên bi lazeran tên kuştin jî, rojnameyên wê dixwînin.
Gelo hewceye em hewqas dilşabin?
Heta ji destê min tê, ez hewl didim ku ji nîjatperestiyê,ji şerxwaziyê dûr bisekinim, rojnameyeke rast derxim. Ez zanim û tu carî ji bîr nakin ku kî jî qezanç bike, hemin kî ‘em’ winda dikin. Loma em dixwazin bi zimanekî cidanekirî xebera bidin, naxwazim ku cidatiyê tixin navbera mirîye ‘teorîst an jî şehîdan’ Em bi mirina tu kesî şa nabin, ji ber şabûnê nakenin.
Ev şereke xelete.
Li gor min rêvebiriya PKK’ê xelatiyeke mezin kir û gurahiya şer zêde kir û bi vî şiklî rêya mizakereyan xitimdan.
Nikare bi çekan bigihîje armanca xwe.
Yê vê jî bibîne.
Em bi salanê ji dewletê re dibêjin hûn nikarin bi çeka Kurda biherisînin. Neqedand biherîsîne, bi çekan tu carî serkeftî nabe.
Me ev tişt ji PKK’ê re jî got. ‘Tu, tu carî nikarî daxwaza xwe bi çekan bi dest bixî, bi hezar sala şer bikî jî nabe. Pirsgirêka Kurd tenê bi rêya siyaset û demokrasiyê çareser dibe.’
Em berdeleke mezin ya bi hevdû tunehesibandina, piçûkdîtina, xeletnêrîna Tirk û Kurda didin.
Em êdî di salên 1980’an de nînin. Dema ku PKK’ê dest bi şer kir rewş cûda bû lê niha rewşeke din heye. Tirkiye guherî.
Dema ku çek disekinin behsa xweseriya demokratîk, federasyonê û heta cûdaxwazî, bi rihet tê kirin.
Heke rêya mizakereyan vekirîbe bikaranîna çekan meşru nîne.
Di ser de jî Apo bi xwe got rêya mizakerayan vekirîye.
Şera berê hê jî dewam dike.
Qisaweta min eve ku dewlet di meha îlonê de yê şer gur bike.
Niha yekineyên nû, qadroyên nû li cîhên nû vê tên bicîhkirin.
Ez wisa bawer dikim ku di hefteya ewil ya meha îlonê de êrîşeke gur were kirin.
Heke encam derxistina min rastbê gelek xwînê birije.
Ev gotina min senaryoya xirab e.
Lê di nav xebatkarên me de yekî behsa senaryoyekî kir ku ez jî bi vê senaryoyê hevîdar bûm. Lê hê di deste mê de delîlên zehm tunene loma me xebera wê çênekir lê dîsa jî ez ê behsa wê bikim.
Li gor senaryoya hêvîdar, di meha cotmehê de bi alîkariya Barzanî û Talabanî ve yê qongreyeka Kurd were çekirin. PKK jî bi vê qongreyê de wê biryara agirbestîya bê dawî bide. Dewletê j3i mafên Kurda bide.
Rûdaneke wisa gelek yê baş bibe.
Tiştekî ne minkûn jî nîne.
Dibe ku ez wê rûdanê dixwazim loma bawer dikim ku yê pêk were.
Lê wisa xuya dike ku heta em bizanibin çek çareserî nîne gere em hinek êşên din jî bikşînin.
Berdêla kalemêrên bê hiş zarokên reben dikşînin, ev tişta dibe sedema xemgînîyê.
Hêzên xwe mezin dikin, hêzên dijberên xwe jî piçûk dibinin.
Tirk û Kurdên ku qîjeqîja şerkeftinê diavêjin bira bizanibin ku bi şera şerkeftî nabin.
Ev pirsgirêk bi mayîn dayinan, bombe barandinan çareser nabe.
Tevî wan nebaşiyan seneryoyeke hevîdar di destê me da ye.
Xeyala wê jî xweş e.
Li gor min ev xeyal, ji xeyala serkeftina şer xwaştire.
AHMET ALTAN
www.xeberenkurdi.com