Firokeyên Tirka 7 Kurdistanî kuştin
Di encama berdewamiya bombebarana Firokeyên Cengî yên Tirkiye bi ser deverên Sînorê Herêma kurdistanê otombêleka hemwelatiyan bû armanca firokeyên Tirkan û tê de heft kes bûne qûrban.
Îmayîl Ebdula muxtarê Gundê Zergelê bo ajansa nuçeyan Peyamnêr ragihand: “ Di encama erîşên Firokeyên Tûrkiye bi ser Binarê, Qendîl, Nawdeşt, û Balekayetî bi dehan gund koçber bûn. Her îro yekşemê piştî nivro Êrîşên Firokeyên Tirkiye li ser rêya Kurtek otombîleke gundiyan kirin armanc û hemû ew kesên di otomobîlê de endamê yek malbatî bûn jiyana xwe ji dest dan”.
Muxtarê gundê Bolê da zanîn: “ Ew kesên di wê otombêlê de, ku hemû ji yek malbatê bûn; dû jê zarok, dû jin û sê zilam bûn hemûyan jiyana xwe ji dest dane”.
Ji aliyekî din ve rêvebirê bajarvaniya Sengeserê bo ajansa Nuçeyan Peyamnêr ragihand, ku, “ Dema me agahdarî di derbarê vê bûyerê de girt, em yekser çûne cihê bomberbaran lê bûyî. Otomobil xirab têkçûbû, termên têde ne dihatin naskirin lê diyar bû ku heft term di wê otombêlê de bûn û dû ji wan zarok bû”.
Nûçe:Bextiyar Qadir / C. M