Kultur
Bi çar milyar dînaran mezarên êzidiyan tên çêkirin
Hikûmeta herêma Kurdistanê 4 milyar dînar weke budce ji bo çêkirin û nûjenkirina 25 mezarên êzidiyan li Şêxan, Şingal û Laleşê berdest kirine.
Şêrwan Îsmayîl rêvebirê ewqava êzidiyan di daxuyaniyekê de got:
– 4 milyar dînar ji bo çêkirin û nûjenkirina 25 mezarên êzidiyan li Şêxan, Şingal û Laleşê hatîne dabîn kirin. ji wan pirojeyan; 16 li Şingalê û 8 li Şêxanê û herwesa pirojeyek li Laleşê tê çêkirin.
Ew piroje, ji nûjenkirina mezarên olî, avakirina cîyên pîrozên êzidiyam li gund û bajarokan, avakirina lokalan bi minasebetên dînî, avakirina dîwarekî bo hewşa mazargeha laleş û çend karên din yên girêdayî cîyên pîrozên ola êzidiyan li wan devaran navborî, pêk tê.