Aktar di daxuyaniya xwe de got: Şer di jiyana civakî de veqetandinekî peyda dike û dibe sedemê bê hêviyek mezin. Şer aşitiyê û biratiyê tehdît dike. Piştî hilbijartinên parlementoyê baweriyek pêyda bibû ku, wê desturek nû were çêkirin û rewşa herêmê aram bibe û şûna şer wê diyalog çêbibe.

Lê mixabin îro Tirkiye di nav rewşek bi tirs de ye. Hêdî şûna zimanê aşitiyê zimanê şer tê karanîn. Ev jî hêviyên çareseriyê kêm dike.
Ji berî her tiştekî dive,em dengê çekan bisekinînin.Ew e ku dibe sedema bingehîn ya hêstirên çavan û rijandina xwînê. Ev welat yê me teva ye. Dema her kesek jiyana xwe dest dide ,em gavek din ji aşitiyê dûr dikevin.

Ji berî her tiştekî di serî de parlemnto û herkesê ku xwe ji div ê pirsê de berpirsiyar dibîne dive ji bo sekinadina şer berpirsiyariyên xwe pêkbînin. Divê ev daxuyaniyên tund bisekinin. Em dixwazin ku parlemento di cih de ji dev betlana xwe berdê û bi tevlîbûna hemi partiyan bicive. Divê BDP û hemû partiyên din jî çareseriyê di bin bane parlementoyê de bibînin. Pirsa kurd ne pirsa asayişêye, pirsek civakî, mirovatî û siyasiye.
Aktar di berdewambûna axavtina xwe de got: Divê em zimanê aşitiyê karbînin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de Aktar got: Em wek dezgehên sivîl ji vê rewşa heyî bi tirsin.Her hevçûnek, her kuştinek di rêya çareseriyê de dibe asteng û Tirkiye ber bi tarîbûnekî ve dibe.  Ji bo vê dive dewlet operasyona bisekinîne û PKK jî dengê çekan qût bike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: