Kultur

Kovarek nû:Zanîngeh

Kovar li ser hîme zanistî û lêkolînî dirawestê. Di pşgotina kovarê de li ser navê kovarê Berpirsyarê Giştî nivîskar û lêkolîner Dilazad armanca kovara Zanîngeh mîna manîfestoyeke bi vî awayî tenê ziman. “Civakên ku zimanê xwe ê zanistî avanekiribin di dîroka mirovahîyêde wek şaxekî qels dimenîn an hildiweşin. Zanist, kurahîya mejî û ramanên civakane… Her civak li gor kurahîya zanîna xwe bi bandore…

Em wek xebatkarên Koma Weşanên Zanîngeh bi van armanca ketin rêyekê nû. Heta niha bi tevahî rojname, TV, radyo û kovarên kurdî tenê li ser weje û çandê rawestîyane. Me xwest em zimanê xwe di nav zimanê cîhanê de bidin naskirin. Bi vê armancê me xwest em zimanekî zanistî avakin. Hevîdarim ku ev xebata me yê roj bi roj geştir bibê.

Di kovara me de her curê zanistî yê ê weşandin. Çi zanistê civakî û çi zanistê teknîkî. Li gora me teknîk bi tena serê xwe kerr û kor û lal e. Zanistên civakî jê re dibin guh û çav û ziman. Dîsa li gora me zanistên civakî bi tena serê xwe paşdemayîne û teasube û bêhiîye. Zanistên teknîkî jê re dibê pêşdebirin û lêkolîn û hiş.,. Her zanist bi şaxekî xwe bi zanistê dî re giredayîye. Bi tena serê xwe şaxeke zanistî têra mirovahîye nakê. Li ba me hemû zanist alîkarê hevin. Em wa jev cuda nabînin. Bi ve armancê derîye me ji her curê zanistê re vekirîye.”

Berpirsyarê Giştî nivîskar û lêkolîner Dilazad li ser pirsa çima e-kovar jî bi vi awayî bersiv da.  “Ji ber ku dem dema teknolojîyê ye. Ji ber ku dem dema ragihandinê ye. Ji ber ku her kes her dem nikarê kovarên li ser kaxezê hatîye weşandin bibînê, bikirê û bixwenê. Ji ber ku belavkirina kovarên li ser kaxezê hatîye weşandin zor zahmete. Ji ber ku çapkirin bimesrefe. Ji ber ku xwendevanên kurdî kêmin. Ji ber ku nîyeta me ji bo mirovahîye hizmete. Ji ber ku armanca me ne karê peraye. Ji ber ku em hizmeta berîka nakin tenê hizmeta ayeteke Xwedê –ku ew jî zimanê kurdîye- dikin. Ji ber ku em xwe pşdebibin. Ji ber ku em xwe nasbikin. Ji ber ku em ala zimanê xwe li serê çiyayê gerdûnê bilindbikin. Ji ber ku zanistî nekêvê destê heramzadêya. Ji ber ku rumeta zanistîyê nekevê binpîya. Ji ber ku zanistî xwe naskirina mirove. Ji ber ku em dixwazin civakeke raman azad avabibê. Ji ber ku jiyaneke bi rumet bijîn.  Ji ber ku ê bixwazê li kuderê, di kîjan demê û di çi mercîdebê bigihêjê zanista bi kurdî.” 

Di hejmara 1. de; Bahadîn Cibilgiravî bi mijara Hormona, Seyîd Bênav bi mijara Naverokên Adan û Wezîfên Wan, Ridwan Xelîl bi lêkolîna Ragihandin, Bawer Aslan bi lêkolîna Şane û Taybetîyên Şanêyan, Sidik Ergul bi mijara Şewb û Enfeksîyonên Şewbê, Hasan Erez di matematîkê de bi Jimare û Hejmar cih digrin.

Kovara Zanîngeh li ser malpera www.zaningeh.net tê weşandin. Ê ku bixwaze dikarê kovare li kompîtura xwe barbike.

Ji bo pewendîye bi kovara Zanîngeh re

e-mail : [email protected]

tel : 0 505 235 53 24 – 0 505 638 61 33

web : www.zaningeh.net

Hesabê Poste : 6165091

Back to top button