Suriye û Mudaxelaya Navneteweyî

“Bihara Ereban” li Misirê, li Tunusê bû sedem ku rejîmên otokratîk û dîktatorî bên hilweşandin, gelên ereb bi awayekî beşdarî desthilatdariya siyasî bibin. Encama “Bihara Ereban” reformên demokratîk û demokratîzebûna wan welatan dest pê kir.  Lê hîç şik tune ye ku li Misir û Tunusê guhertin gelek hêsan nîn e. Lİ wan welatn ji bona guhertin û demokraîzebûnê, xebatek dijwar û guhertinek mentalîteyê pêwîst e.

“Bihara Ereban” her çiqas li Misir û Tunusê guhertina desthilatdarî û rejîma dîktatorî anî be jî, li welatên din yên ereban jî tesîrek mezin kir. Li Urdunê, li Bahreynê jî bû sedem ku tevgerên serîhildanê ya gel biqewime.

Li Lîbyayê di navbeyna dîktatoriya Kadafî û gel de şerê hundir dest pê kir. Encama vî şerî hêzên navneteweyî û NATOYê mudaxeleya leşkerî kir. Di vê merheleyê de him şerê hundir û him jî bombaraniya NATOyê li lîbyayê dom dike.

Suriye jî ket bin bandora “Bihara Ereban”. Di 15-ê Adara 2011-an de li bajarê Derayê serîhildanên gel û xwepêşandinên qîtlewî dest pê kirin. Rejîma Baasê bi hişkî û tundî çû ser serıhildan û xwepêşandinên gel û gelek kes hatin kuştin. Encama vê kuştinê li bajarên din jî serîhildanên gel dest pê kir û di nav demê de ev serîhildana li gelek bajarên Suriyeyê belav bûn.

Di van demên dawî de li Hamayê, li Humusê, li Lazkiyeyê serıhildanên gel pêk hatin. Rejîma Baasê, ev bajaran bombaran kir û qetlîamek mezin pêk anî. Wek tê zanîn di sala 1982-an de jî li Hamayê ji aliyê Rejîma Baasê de qetlîamek pêk hatibû.

Lazkiye her çiqas bajarê Elewiyan be jî, gel li wir jî li ser piya ye û rejîm jî ji behrê bajêr bombaran dike.

Li Suriyeyê rewş gelek zelal e ku gel, heta ku Başer Esad û Baas dest ji desthilatdariya siyasî bernede serîhildanên dom bikin.

Heta nûha wek fermî hatiye diyar kirin ku 2000 kes hatine kuştin. Lê gorî ragîhandinên ne fermî bi hezaran kes hatine kuştin.

Serîhildanên li Suriyeyê bi giştî spontane û xwe bi xwe dest pê kirin. Pişt re jî hêzên rêxistinî jî beşdarî serîhildan û xwepêşandanên gel bûn. Di vê merheleyê de serîhildan li herêma ereban dom dikin. Encama bandora hêzên navneteweyî yên dinyayê, bi taybetî jî piştî bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re danûstandin hat kirin,  rejîma Baasê diyar kir ku li hemberî gel û hêzên sivîl êrişên xwe daye sekinandin.

Lê ew daxuyaniya rast nîne. Rejîma Baasê bes ji bona ku dinya li ser wan bandor çê neke û Neteweyên Yekbûyî li hemberî wan cezayê pêk nîne, vê helwestê nîşan dide.

Suriye rejîmeke otorîter û dîktator e. Li dinyayê li hemberî sıstemên demokratîk alternatîfek e. Li Rojhilata Navîn Îran, Hamas, Hizbullah dostên Suriyeyê yên stratejîk in. Irak bi teveyî nebe jî, beşa desthilatdariya ereb û hukumeta Malîkî jî bi Suriyeyê re dostaniyê dimeşîne û piştgiriya xwe nîşan dide. Li dinyayê Çîn û Risya ji Suriyeyê re nêzikatî nîşan dide.

Her çiqas Hamas sunî be jî, Suriyê û hevalbendên wê yên li Rojhilata Navîn xeta şîaya temsîl dikin. Îran wek tê zanîn piştî salên 1979-an ku Humeynî û hêza îslamî bûn desthilatdar, Komara îslamî li Îranê ava bû, Îranê xwest ku li dinyayê împaratoriya îslamî ava bike û ew jî ji vê împaratoriyê re serokatiyê bike. Lê Îran di vê projeya xwe de bi serneket, hesabê xwe bes li ser hêzên şîa kir.

Piştî ku dîktatoriya baasî û Beşar Esadî li hemberî serîhildanên gel zilum û zordarî bi kar anî, piştî demekê Dewleta Amerîkayê ya Yekbûyî (DAYê) li hemberî Suriyeyê cezayê aborî meşand. Lê ew helwesta DAYê li Neteweya Yekbûyî nabû biryar. Bes di van demên dawî de Neteweya Yekbûyî helwest û êrîşên Suriyeyê tewanbar û rûreş kir.

 
Suriye, ji bo Pirsa Hatayê û ji bona ku ji PKKê re alîkar û piştgir bû, navbeyna wê û Tirkiyeyê xerab bû. Lê piştî sala 1999-an ku Ocalanî ji Suriyeyê bi zorê derket, navbeyna Tirkiyeyê û Suriye baş bû.

Beriya serîhildanên gel li Suriyeyê, navbeyna herdu dewletan baş bû. Pêwendiyên wan wek stratejîk dihatin terîf kirin. Lê ew demên dawî navbeyna Tirkiyeyê û Suriye xerab bû.

Tirkiye, ji aliyekî de ji rejîma baaasê û Beşar Esadî daxwaz dike ku reforma pêk bîne. Ji aliyekî de jî, ji bona ku muxalefet desthilatdar be û partiyên xwe ava bikin, sîstema parlamenter bi maneya “demokratîk” û “plûral” tevbigere,  Suriye demokratîze bibe, xwediyê helwestekê ye. Di van demên dawî de Beşar Esadî ji bona ku daxwazên Tirkiyeyê pêk neanî, navbeyna herdu dostên kevn xerabtir bûye.

Elbet ew civînên muxalefetê li Antalyayê û li Stenbolê jî, desthilatdariya Suriyeyê gelek eciz kir; ew civînan jî bûn sedem ku navbeyna Tirkiyeyê û Suriyeyê xerab bibe.

Loma Suriye jî, li hemberî Tirkiyeyê jinûve bi PKKê re danûstandin pêk anî. Suriye dixwaze bi riya PKKê zorê bide Tirkiyeyê. Di van demên dawî de zédebûna çalakiyên PKKê jî bi vê yekê re girêdayî tê şirove kirin.

Ez jî di wê baweriyê de me.

Tirkiyeyê dibêje ku “li hemberî zilm û zordariya rejîma baasê sebra me qediyayê. “Loma jî tê şirovekirin ku Tirkiyeyê dikarê li Suriyeyê mudaxaleyek leşkerî pêk bîne.

Lewra Tirkiye girêdayî du pirsên stratejîk helwest nîşlan dide û refleksê diyar dike. Ew du pirsên girîng jî, pirsa suniyan û pirsa duyem jî pirsa neteweya kurd e.

Li Suriyeyê sunî piranî ne, lê desthilatdar nîn in. Bes mezheba Nasturî (beşekî elewî/şîa ye)  bi riya partiya Baasê desthilatdar in. Tirkiyeyê jî welatekî îslam e, Partiya Akê jî sûnî ye. Loma jî dixwaze ku ew denklema desthilatdarî li Suriyeyê bê guhertin.

Li Suriyeyê pirsa neteweyî ya mezin pirsa kurdan e. Kurd, li Suriyeyê netewek in û xwediyê welatekî ne. Welatê wan di bin desthilatdariya kolonî ya Suriyeyê de ne. Kurd dixwazin ku li welatê xwe otonom û federal bin.

Heger li Suriyeyê parçebûyinek pêk bê û kurd li welatê xwe otonom û federe bin, Tirkiye ji vê yekê zêde ditirse. Lewra li Tirkiyeyê jî pirsa neteweya kurd, pirsa mezin, navendî û stratejîk e.

Pirsa kurd li Rojhilata Navîn jî pirsa stratejîk e. Pirsa kurd di heman dem de him li Tirkiyeyê, him li Suriyeyê û him jî li Îranê dınamîk û enstrûmana esasî ya guhertinê ye.

                                                   
Li Suriyeyê, pirsa neteweya kurd, pirseke navendî û stratejîk e. Kurdan, beriya ku baasî bên ser hikum jî bi riya Partiya Demokrat a Kurdistana Suriyeyê xwe rêxistin kiri bûn.  Muxalefeta kurdan ya milî ya bi rêxistinî di dema baasê de jî, di şertên gelek dijwar de dom kir.

Ji bona ku muxalefata kurdan bê şikandin, ji aliyê baasê de kemera erab ava bû û gundên kurdan hatin valakirin û li gundên kurdan ereb hatin bi cî kirin. Kurdan jî li hemberî siyaseta kolonî ya dewleta Suriyeyê, di şetrtên gelek zehmet de têkoşîna xwe ya siyasî domandin û di vê qonaxê de jî didomînin.

Kurdan di sala 2003-an de serîhildanek sivîl ya gelemperî pêk anîn. Encama vê serîhildanê gelek kurd hatin kuştin. Serîhildana sivîl ya kurdan bi zora leşkerî hat temirandin.

 
Wê demê gelê ereb û sûniyên Suriyeyê ji kurdan re piştgirî nekirin.

Loma jî dema ku di 15-ê Adara 2011-an de serıhildanên gelê ereb qewîmin, kurd  her çiqas li dijî van serîhildanan dernekevin jî, bi aktîfî ji van serîhidanan  re piştgirî nekirin. Nuha jî helwesta kurdan bi vî awayî jî dom dike.

Kurd, her çiqas bi muxalefeta ereb re di nav pêwendiyekê de ne jî, lê bi aktîfî hîn beşdarî tevgera serîhildanê nebûne.  

Suriye ji bona ku dizane kurd hêzek dîrokî û mîlî û rewa ne, di destpêkê de xwest ku pêşiya kurdan bigre ku ew beşdarî serîhildanan nebin. Loma jî qanunek nû derxist ku kurdên ne hemwelatiyên Suriyeyê ne, dê bibin hewletî.

Lê gelek aşkere ye ku ev qanûna jî pirsa milî ya kurd derman nakir. Lewra pirsa kurdan, li Kurdisatanê, desthilatdar bûn û hemû mafên neteweyî wergirtine.

 
Partiyên kurdan xwediyê biryarek hevbeş in, ku ew nûha beşdarî serîhildanan nebin. Lewra helwesta muxalefeta ereb jî, di pirsa kurd de ne zelal e. Pirsa duyem jî, hîn pêşeroja Suriyeyê jî dê çi bibe, ew jî ne xuyayê ye.

 
Lê di nav kurdan de jî partiya PKKê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYDê) ji muxalefeta kurd cûda disekine. Nêzikî rejîma baasê û Beşar esadî disekine.

Li Tirkiyeyê jî BDPê ji bona ku siyaseta PKKê dimeşîne, beşdarî avabûna Komîteya Piştgirî ya Gelê Kurd Li Suriyeyê nebû.

                                            
Zelal bûye ku hêzên muxalîf yên ereban û kurdan bi serê xwe nikarin rejîma baasî û Beşar esadî biguherin.  Pirsa Suriyeyê di hamen dem de pirsa dinyayê ye. Li Suriyeyê qetlîam û tewana mirovetî pêk tên. Loma jî mudaxeleyek leşkerî ya navneteweyî pêwîst e.

Ew mudaxeleya wek tê behs kirin, divê bes mudaxaleya leşkerî ya Tirkiyeyê nebe. Bi biryara Neteweyên Yekbuyî ev mudaxelaya pêk bê.

Encama vê mudaxaleyê, divê azadiya kurdan bê proje kirin. Kurd hemû mafên xwe yên neteweyî werbigrin û li welatê xwe desthilatdar bin.

Heger wusa nebe li Suriyeyê demokrasî nikare ava bibe.

 

Amed, 19. 08. 2011

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

Nerîna min :