Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê li dijî Tirkiyeyê daxuyanî da

Hikûmeta herêma Kurdistanê li heber êrîşên balefirên Tirkieyeyê bo ser herêma kurdistanê bi dijwarî nerazîbûna xwe nîşan da û daxazê ji hemû aliyan dike ku rewşa nazika herêma Kurdistanê li beçava bigirin û ”nabe tu hêz , ji bo êrîşkirina ser dewletên cîran, xaka herêma Kurdistanê bikarbîne.”  Hikûmeta herêma Kurdistanê herwesa dibêje ku serdema bikaranîna çek û şidetê bo çareserkrina pirsgiran biser çûye û divê ”hemû pirs bi zimanê lihevfîmkirinê û diyalogê bên çareserkirin.”

Ev li jêr teksta daxuyaniya hikûmeta herêma Kurdistanê:

Çend rojeke balefirên şerî yên Tirkiyeyê, devera Sîdekan, Qendîl û gundên ser sînor; Wertê, Qesrê û hindek deverên din yên herêma Kurdistanê bombebaran dike. Hikûmeta herêma Kurdistanê, li hember  bombebarana wan deveran  ji aliyê balefirên Tirkiyeyê ve, bi dijwarî dilgiranî û nerazîbûna xwe nîşan dide. Ji sedema bombebarana balefirên tirkî gelek malbat koçbar bûne û zirareke mezin jî gihiştiye xelkê wan devaran. Di heman demê de tirseke mezin bo xelkê wan devera dirustkiriye û nikarin bi aramî  jiyan û kasibiya xwe ya rojane birêve bibin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê careke din dupat dike ku parastina emniyeta deverê bi kiryarên yekterefî û bikaranîna şidetê û bezandina sînoran ku bervajiya qanûnên navdewletî û prensîpên dostaniyê ne çê nabe. Lê rêya bi gotûbêj û danûstandinên hevbeş di navbera hikûmeta Îraq, herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de, bi awayekî ku hurmet ji serweriya axa Îraqê û herêma Kurdistanê re bê girtin û qanûnên navdewlet jî li bar çavan bên giritn, emniyeta hermê tê parastin.

Di vê demê de pêwîste hemû alî rewşa nazika herêma Kurdistanê li be çavan bigirin, nabe tu hêz xaka kurdistanê bo êrîşkirina ser dewletên cîran bikar bînin, ji ber ku ev yek dijî berjewendiyên bala yên xelkê Kurdistanê û pirosesa avadankirin û xizmetkirina hevwelatiyan e.  Di heman demê jî de serdema bikaranîna çek û şidetê bo çareserkrina pirsgiran biser çûye û divê bi zimanê lihevfêmkirinê û diyalogê nêzîkî çareserkirina pirsgirêkan bibin. Bi her hêcetekê be, nabe ji aliyê dewletên cîran ve, sînorên herêma Kurdistanê bên bezandin, ji ber ku dê tesîreke xerab li ser dostaniya navbera gelên deverê û berjewendiyên hevbeş bike û xizmeta îstîqrara emniyet û aramiyê jî nake.

Hikûmeta herêma Kurdistanê
Hewlêr
20.08.2011

 

Rojevakurd

Back to top button