Polîtîk

Kurdên Bakur "Modela Başûr" gotûbêj dikin

Kevneserokê PSKê Kemal Burkayê ku piştî 31 salan ji Swêdê vegeriya welat, hefta borî di hevpeyvîneke taybet bo Rûdawê de daxuyand ku Herêma Kurdistanê dikare ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê bibe model. Nûnerên partiyên siyasî yên kurd derbarê pêşniyara Burkay nêzîkbûnên cûda nîşan dan. 

Bozyel: Modela Başûr girîng û balkêş e

Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel da zanîn ku Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê mînakek germ û nêzîk e û got “Herwiha mînakek girîng û balkêş e.” Bozyel got nabe ku modela Başûr rasterast li Bakur bê pêkanîn û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku şert û mercên dîroka Îraqê û yên Tirkiyeyê ji hev cûda ne. Îraqê piştî şerê navxweyî û mudahaleya derve makezagoneke wiha amade kir. Eger tiştek wiha li Tirkiyeyê çêbibe, tenê bi dînamîkên navxweyî û hevdîtin û pêwendiyên hundirîn çêdibe. Başûr dikare bibe modeleka wiha. Li wir li cihê ku Kurd zêde ne, organeke federal heye. Li wir jî, li derveyî Herêma Kurdistanê, li deverên din Kurd dijîn. Li Tirkiyeyê jî hejmareke zêde ya Kurdan li Çukurovayê, li Anatoliya Navîn û Marmarayê dijîn. Hinek vê yekê li pêşiya damezirandina federasyonê wek astengiyek nîşan didin, lê hêjî li Kurdistanê hejmarek mezin a Kurdan heye. Lewma ji aliyê cografîk de modela Başûr dibe mînak. Dibe ku li Kurdistanê rêvebiriyeke ji Kurdan pêk tê hebe û kêmnetewên din jî xwediyê hemû mafên xwe bin. Herwiha Kurdên ku li rojavayê Tirkiyeyê dijîn wê mafên xwe yên siyasî û kulturî karibîn bi kar bînin.”
Bozyel destnîşan kir ku sîstema federal koçberiya gelan û pakijkirina etnîkî pewîst nabîne û got herkes dikare li cihê ku dijî jiyana xwe bidomîne. Bozyel da zanîn ku federasyon ne cûdabûn e, lê tenê rêvebiriya navendî bo rêvebiriya herêman vediguhere.

 Elçi: Hê zû ye modela Başûr bê nîqaşkirin

Serokê KADEPê û parlementerê Amedê Şerafettin Elçî bi bîr xist ku di bernameya partiya wan de sîstema federalî wek çareserî hatiye danîn û got “Divê mirov li ser lêkolîn bike ka modela Başûr li Bakûr pêkane ye yan na.”
Li gor Elçî mijara ku niha li Tirkiyeyê divê bê nîqaşkirin mijara rêvebiriyên herêmî ye û got “Tirkiye niha di pêvajoya amadekirina makezagoneke nû de derbas dibe. Eger rêvebiriya herêmî ya ku jê re dibêjin rêvebiriya ademî bikeve makezagone Tirkiyeyê, wê gavê nîqaşkirina modela fedaral hêsantir dibe.”
Elçî da zanîn ku rêvebiriya herêmî wê yekîtiya unîter ya Tirkiyeyê perçe neke û wiha dom kir: “Li gor makezagona heyî sîstema federal li dijî sîstema unîter e. Eger makezagon bê guhertin û rêya rêvebiriyên herêmî bê vekirin, wê gavê gelek tişt wê bên nîqaşkirin. Wê gavê federasyon jî, xweserî jî dibe. Dibe ku em gav bi gav sîstema federalî bicîh bînin. Lê ev hemû ne mijarên îro ne, dema ku makezagon bê guhertin wê ev mijar bikevin rojevê.”

Geylanî: Çareseriya yekane “Xweseriya Demokratîk” e

Hevserokê BDPê Hamit Geylani got ew rêz li nêrînên Burkay digirin, lê got wan ne sîstema federasyonê, lê projeya Xweseriya Demokratîk pêşniyar kirine. Geylanî bal kişand ser pirsgirêkên li her çar perçeyên Kurdistanê û got “Pirsgirêk wek hev bin jî, şert û mercên cûda hene. Ji bo van şertên taybet jî divê çareseriyên taybet bên dîtin.” Geylanî jî bal kişand ser hejmareke zêde ya Kurdan ku li rojavayê Tirkiyeyê dijîn û got nemaze li Stenbolê 3-4 milyon Kurd dijîn. Geylanî wiha axifî: “Siyaseta me ne tenê ji bo Kurdan e, lê ji bo seranserê Tirkiyeyê ye û tê de demokratîkbûna civakê, ya aborî û kulturî heye.”
Geylanî di axaftina xwe de dîroka rêveberiyên xweserî jî bi bîr anî û got di makezagona sala 1921ê de bo Kurdan soza xweseriyê hatibû dayîn lê ligel di navberê de nêzîka sed sal derbas bûn jî, ev proje nehat pêkanîn. Geylanî got ew dixwazin çareseriyê bi hevkariya hêzên demokratîk yên Tirkiyeyê re pêkbînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em Xweseriya Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan dixwazin, herwiha em dixwazin azadî û demokrasî bê seranserê Tirkiyeyê û komar bibe komareke demokratîk. Bi qasî ku ji Kurdan re em “Xweseriya Demokratîk” dixwazin, ewqasî ji Laz û Çerkezan re jî dixwazin. Ev projeya me pir ji sîstema federalî ne cûda ye. Ya girîng ew e ku di demekê û cihekî rast de çareseriya rastîn bê xwestin. Em di pêvajoyeke weke niha de vê sîstemê pêşniyar dikin, lê gel di pêşerojê de çi dixwaze, dem û şert û merc çawa tên guhertin, wê hemû tişt di rêya xwe de bên zelalkirin.”

 

Back to top button