Nivîsar

Pişgiriya bûyerên çewt şirîkatiya siyaseta çewt e

Piştî hate ragihandin ku Ocalan û hukumetê li hevkirye û di vê derbarê de protokol hatine amadekirin, her tişt di carekî de tevlîhev bû. Halbûkî daxuyaniyek bi vî awayî diviya dawî li siyasete tundî bianiya û rewşê tund bûyî hejî nermtir bikira.

Lê vekirî dixweyê vê yekê û normalîzekirina rewşa civakî û zemînê siyasetê, hinek alî tirsandin. Bûyerên li Farqînê destpêkirî û ragihandina xweseriya demoratîk, taybetî dem û awayê ragihandinê, bû hêcetek ku hukumet dijwartir bibe û hevdîtinên li gel Ocalan bêne sekinadin.

Ji aliyê hukumetê ve, pêvajoya berbiçûyina vekirina demokratik yan jî vekirina kurd hatiye sekinandin. Erdogan roj bi roj peyamên dijwar dan û ya herî girîng, ew baweriya ku kurdan re pêyda bûyî, bi awayekî winda bû.

Hêdî kesek bawer nake ku Ak Partî bi niyetek baş dixwaze pirsa kurd bi awayekî çareser bike. Kurda ji bo vekirina demokratîk pişgirî dan Ak Partiyê, gavên wan yên erênî xwedî derketin û daxwaza kurdan ew bû ku Ak Partî gavên baştir bavêje.

Lê mixabin di derbarê pirsa kurd de gavên pêwist sekinîn. Hêdî pirsgirêka kurdan wek pirsgirêkek kesayetî ya hevwelatiyan hate dîtin.

Niha jî Erdogan bi awayekî xirab dixûrê. Peyamên şer ,kuştin û girtinê dide. Dixweyê dê rojên pêşiya me de rewş aloztir bibe û emê behtir kuştinê û operasyona û girtinê bibîhisin.

Tu caran xirabiya hukumetê, û helwesta wan di derbarê pirsa kurd de nabê bibe pîvana rastî yan jî çewtiya siyaseta PKK-ê.

PKK-ê jî reya tundiyê hilbijartiye. Bûyer û çelakiyên ku PKK dike û kontrola PKK-ê de dibin, di vê pêvajoyê de, dibe asteng di rêya aşitiyê de. Hêdî gotin û daxuyaniyên kesekî tu feydeyê nade. Biryar ji nawendekî tên girtin û ew nawend şerxawaze.

Bûyera Çelê ji aliyê BDP-ê ve jî bi vekirî çewt hate dîtin. Daxuyaniya ku Demîrtaş dayî rojnema Tarafê vê yekê gelek vekirî tîne ziman. Di vê derbarê de daxuyaniya serokê baroya Diyarbekir M.Emin Aktar gelekî balkêşe. Aktar dibêje: “Tu qîmetê gotinên me tuneye.Em li himber bûyeran tenê bê deng dimînin“

Ji aliyek din parlementerê Ak Partiyê yê Diyarbekir Galip Ensarîoglu dibêje: “ Xelkê herêmê tundiyê bê wate dibîne. Xelk bawer dike ku ev bûyer zererê dide pirsa kurd. Van bûyeran di nav xwe de gotubêj dike“

Li Kurdistanê partiyên siyasî, siyasetmedar û rewşenbîrên kurd û dezgehên sivîl li himber van bûyeran bi awayê pêwîst ne zelalin. Siyaseta dewletê û helwesta herkesekî kêm zêde li himber siyaseta dewletê di derbarê pirsa kurd de kifşe. Di her bûyerekî de dewlet bi tundî tê şermezarkirin. Siyaseta dewletê di derbarê pirsa kurd de siyasetek qirêj e û di bingehê xwe de naxwaze vê pirsê çareser bike.

Lê siyaseta hêza herî xort di nav kurdan de, ya PKK-ê çîye? Bûyerên ku bi însiyatifa PKK-ê de pêktên zererê dide pirsa kurd yan jî di berjewendiyên pirsa kurd de ne? Divê ev yek ji aliyê partiyên siyasî, siyasetmedar û rewşenbîrên kurd û dezgehên sivîl ve bête gotubêj kirin. Divê nirxandin li ser van bûyeran bêne kirin.

Gava başbe û berjewendiyên destkeftina daxwaziyên kurdan yên neteweyî de be, em pişgiriyê bikin û biparêzên. Lê em bawerbin ku hinek tiştên dibin zererê dide destxistina mafên kurda yên rewa,divê em li dij derkevin û şermezar bikin.

Divê  tiştek din ji aliyê kurdan ve bê  zelalkirin, gelo em çareseriya pirsa kurd di şer de dibînin yan jî rêya aşitiyê  bi diyaloge û metodên demokratî de dibînin? Bersiva vê pirsê gelekî girînge û divê helwest jî li gora vê bête kifşkirin.

Di derbarê bûyera Çelê de, daxuyaniya dîvana serokatiya herêma Kurdistanê gelekî girîng e. Divê ev daxuyanî bala me teva bikşîne û baş bête xwendin…

20.08.2011
Dara Bilek

Back to top button