Berya Lêdana BDP’ê Bersiv Bidin
Ji kerema xwe bersiv bidin…
Lê bê hameset bersiv bidin. Hemaset nekin…
Lê Xweşbînê ji dest bernedin û bersiv bidin…
Xwe nesipirînin gotinên klîşe…
Dev ji mantq jî bernedin…
Radestê xemgînê û êşê dilan jî nebin…
Ji kerema xwe bersiv bidin:
Hûn îdia dikin ku, Abdullah Öcalan jî nikara Qandîlê bide seknandin. Gelo BDP wê çawa wan bide seknandin?
Heke BDP bibêje “PKK qehr bibe, bijî Hikûmet” pirsgirêk wê çareser bibe?
Heke BDP bibêje PKK qehr bibe, gelo kare ji herêmê deng bigre? Dev ji deng berdin, gelo kare li wê bisekine?
Heke hûn BDP ji holê rakin, wê di dewse wî de “MDP” neyê?
BDP ye ku wek hûn dixwazin gelo li heremê îtîbara wî, wê çawa be.
Em bêjin ku we got, “Qatîlê Rastîn BDP ye” we kîna di hûndirê xwe de rijand û rehet bûn. Gelo paşê wê çi bibe?
Bû 20 sal ku hûn dibêjin BDP bila pêşî “PKK şermezar bike, paşê derkve hemberê me” ev daxwaza we bi cîh nehat. Hûn tu car nafikirin ku, divê sedemek vêya hebe?
Hûn ji her alîyê ve BDP wek dişminek hêsan dibînin. Hûn BDP wek hedef nîşan didin. Heke hûn dev ji vê helwestên xwe berdin, hûn zanin ku wê çi qezencê we hebe?
Dewletek mezin weke Tirkeye jî, di nav “Îmralî û Qandîlê” de diçe û tê. BDP çima di nav “Îmralîyê/Qandîl/ Alîgirên xwe” de asê nemîne.
Ji partîyek ku rêya wî ya ketina Meclîsê hatiye girtin, şaredarên wî hatine girtin, her tim di hedefê da ye, gotina “Kûjerê Rastîn tuyê” li gor we jî gotinek giran nîne.
Ahmet Hakan
www.xeberenkurdi.com