Cîhan

Surî dikuje û Rusya pişgiriya Esad dike

Doh li Surî xelk piştî mêja înê derketin derve û xwepêşandan pêkanîn û rejima sûrê proteto kirin ruxandina rejimê daxwaz kirin. Xwepêşandan di bin navê “ Mizginiya Serekftinê“ hatin darxistin.
 
Cardin wek her roja înê,bi dehhezaran xelkê Sûrî dest bi xwepêşandanên li dijî rejima Beşar Esed kirin û daxwaza rûxana hukûmeta wî welatî û dest ji kar berdana Esed kirin. Cardin hêzên ewlehiya hukûmeta Sûrî bi tundî bersiva xwepêşanderan dan û bi deham kes  kujştin û birîndar kirin.
 
Li gora gahdariyên çelekvanên mafê mirovan ji Surî di van xwêşandanan de kêmasî 15 hevwelatî hatine kuştin û gelek jî birîndar hene.
Tenê li bajarê Derea 12 kes hatine kuştin û 12 kes jî birîndarin. Li şamê jî xwepêşanderek hate kuştin.
 
Ji alîyekî din ve serkaniyên hukûmeta Sûrîye jî ragihandin, ku di êrişeka çekdaran de bo ser bingehê polîsê Xebaxib a ser bi Direa ve du kes hatin kuştin ku yek ji wan polîse û ewê d in jî hevwelatîyekî sivîle.
 
Herwisa BBC ragihand, ku xelkê bajarê Hema jî îro li deverên cuda cuda yên vî bajarî dest bi xwepêşandanê kirin. Peyamnêrê BBC ê li Dîmeşqê jî ragihand, ku xelkê Hema ragiahndine, ku li hemû deverên bajêrî dengê teqe dihat û hêzên ewledarîyê dest bi girtina hevwelatîyan jî kirine.
 
Herwisa li bajarên Şamê, Humus , Dê rezor û latiqiyê û gelek cihên din jî xwepêşandan çê bûne, belê hêzên ewledarîyê karîne xelkê belav bikin.
Ajansa Frans Press jî ragiahnd, ku li bajarê humsê sê kes bi destê hêzên ewlahîyê Sûrîye hatine kujtin.
 
Ji alîyekî din ve û her di bareya rewşa Sûrîye de, îro jêderekî ji wezareta derveya Rûsîya ragihand, ku Moskov daxwaza Amerîka û Ewropa ya ji bo dest ji kar berdana Beşar Esed ret dike û da xûyakirin, ku bo çaksazîyan demekî zêdetir pêywîste.
 

Back to top button