Polîtîk

Çelakiyên çekdarî zerere dide hewlên aşitiyê

Piştî hilbijartina 12’ê Xeziranê, operasyonên leşkeriya erteşa Tirk û çalakiyên çekdarî yên PKK roj bi roj zêde bûn û ev yêka hanê jî bû sedema qirjî û tevlihevî û carekî dinê Tirkiyê û Kurdistana Bakur rastî binbesta tund û tijiyê hatin. Axaftin û halwesta tund û gef xwarina Serokwezîrê Tirkiyê Erdoxan û hevalên wî, ligel axaftin û ragihandina berpirsên PKK yên, ku ne di xizmeta danûstandin û aşitiyê da ne, bûne sedema hêviya aşitî di nava civat da lawaz be.

Hikumeta AK Partî, şuna ku ji bona aram kirina rewşa aloz, karên usa dike, ku dilê faşîst û nijadperestên Tirk pê şadibin. Hikumeta AK Partî bi firokeyên cengî va êrîş dike ser Qendil, ku Serokê Partiya Bizava Nasyonalîst-MHP Dewlet Bahçeliya faşîst û nijadperest jî pêşniyarê vê yêkê kiribû. AK Partî her usa amadekarî ji bona girtina kesên sîvîl, berpîrsên partiyên siyasî û komelên civakî dike, ku kesên han xudêgiravî “alîkariya PKK” dikin.

Hikumeta AK Partî, berbi siyasetê ku li ser tund û tijiyê hatiye damezrandin û heya niha encamên baş nedaye, diçe. Hikumeta AK Partî bi binpê kirina tixuban û êrîş dike ser Herêma Kurdistan û bi vî awayî aramiya navçeyê dixe bin xeterê.

Divê hikumeta AK Partî ji siyaseta çewt, ku çareseriyê li derwayê welat digere û dibe sedema pirtir bûna aloziyê, vegere. Êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê, ku bandoreka xirap li ser pêyvendiyên baş a Tirkiyê û Herêma Kurdistanê datine, bide sekinandinê. Kêşeyê Kurd kêşeyekî navxweyî ye û dive çareserî jî navxweyî be.

Em êrişên firokeyên cengiya Tirk ser Qendilê mehkum dikin û bang li hikumeta AK Partî dikin, ku dev jê siyaseta hanê ya çewt berde, berpirsiyariya xwe bizane, pêşiya operasyonên leşkerî bigre, bona rê xweş kirina çareseriya pirsa Kurd bi rêka diyalogê gavên micîd û nû bavêje.

Tevgera demokratîk û netewiya Kurdistan gihiştiye qonaxek, ku di vê qonaxê da êdî tû senger nîne, ku berhema xebata çekdarî be.

Partiya me banga PKK dike, ku vê rastiyê bibine û çalakiya çekdariyên xwe, ku zirar digîhine hewla aşitî û diyalogê, bide sekinandin û li ser biryara xwe ya agirbesê bimine.

Hêzên aşitixwaz û komelên sîvîl û ronakbirên Tirk û Kurd ne tenê banga aşitiyê li PKK bikin, her usa divê bi hevra fîşar li ser PKK bikin, ku çalakiyên xwe yên çekdarî bide sekinandinê.

Partiya me banga hêzên aşitî û azadixwaz û demokratên Tirkiyê û Kurdistana Bakurê dike, ku dengê xwe dijî siyaseta tund û tijiyê AK Partî bilind bikin, bi hevra zext li ser hikumetê bikin, daku ji bona rê xweş kirina pirsa Kurd bi rêka diyalogê gavan bavêje.

18 Tebax 2011

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button