Divê Kurd bibin xwedî heman maf mîna yên din

KurdWatch: Birêz Neşar, Daxuyaniya Şamê ji bo Pirsa Kurdî behsa çareseriyeke »dadmend a demoqrat« dike. Ev tê çi wateyê?
Semîr Neşar: Ji bo me di Daxuyaniya Şamê de Pirsa Kurdî li Sûriyê pirseke niştimanî ye, ku divê di dewleteke nû ya demoqrat a pirrengî ya medenî de di çarçeweyeke niştimanî de bê çareserkirin. Mîna welatiyên din ên ereb, aşûrî, ermenî yan çerkesî Kurd jî welatiyên sûrî ne. Em di wê baweriyê de ne ku demoqratî wê bikaribe ji bo tevaya kêşeyên niştimanî çareseriyan peyda bike. Em herweha di wê baweriyê de ne ku heman mafên welatîbûnê ji bo hemû welatiyên sûrî, ku wekheviya li pêşiya qanûnê çareseriya ji bo tevaya kêşeyên me misoger dike.
KurdWatch: Mebesta we çi ye dema hûn behsa mafên welatîbûnê dikin?
Semîr Neşar: Mebesta me ew e ku hemû welatî xwedî heman maf û erk in. Welatiyê derece yek an derece du tuneye. Dicê hemû welatî li pêşiya qanûnê wekhev bin, mîna li Elmanya, Fransa yan jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê.
KurdWatch: Gelo Kurd wê kîjan mafan di Sûriya nû de bistînin ku îroj li cem wan negihane wan?
Semîr Neşar: Îroj gelek Kurd hene ku nasnameya wan a sûrî tuneye. Herweha gelek karên di dewletê de hene ku Kurd nikarin wan bikin. Li herêmên kurdî îroj siyaseteke temyîzî tê bikaranîn. Ji mafê Kurdan e ku xwedî çandeke xweser, kevneşopiyek û zimanekî xweser û herweha zanîngehên xweser bin. Em di Daxuyaniya Şamê de me û partiyên kurdî yên endam li hev kiriye ku gerek em tevaya van kêşeyan li ser bingeha yekîtiya xak û gelê sûrî çareser bikin. Dawiya dawî em Sûrî ne.
KurdWatch: Ev tê wê wateyê ku zimanê kurdî wê wek zimanê fermî yê duyem li herêmên kurdî bê hînkirin û bi şêweyekî fermî bê axavtin?
Semîr Neşar: belê, teqez. Ev kêşe dikarin di Sûriya nû de bên ser maseyê û nîqaş li ser wan bê kirin. Hertiştê ku ne li dijî yekîtiya Sûriyê ye, dikare bê nîqaşkirin û bicîanîn. Ji bo vê yekê cewekî demoqrat pêwîst e. Dîskrîmînekirina ji ber nijad, ol an neteweyê nema dikare bê qebûlkirin. Ev di ti dewleta nû û medenî de ku xwe demoqrat û pirrengî dibîne, nayê qebûlkirin. Em di Daxuyaniya Şamê de li ser çareseriyan digerin ku hemû aliyan razî dikin, çi Kurd bin, çi Ereb an jî Aşûrî. Em tenê ji ekstremîsatn ditirsin, li kîjan alî jî be. Nabe ku welatiyek kurd bêje ku ew ne sûrî ye. Herweha nabe ku welatiyek ereb an aşûrî bêje ku ew di dereceya pêşî de ne sûrî ye.
KurdWatch: Giringtirîn xwezteka Kurdan pejirandina Kurdan di destûra sûrî de wek neteweya duyem e. Gelo ev gengaz e?
Semîr Neşar: Ez nikarim niha vê yekê bêjim. Ez bi xwe zêde kêfa min ji neteweperestiyê re nayê, ji neteweperestiya erebî jî re nayê. Ez dixwazim ku neteweperestê kurd di heman asta neteweperestê ereb de be. Li cem hin Ereban tirs heye ku pejirandina Kurdan wek neteweya duyem dikare bibe sedem ku Kurd di pêşerojê de cudabûna ji Sûriyê, mafê çarenivîsê yan îdara zatî bixwazin. Em malbatek in û divê em kêşeyên vê malbatê bi hevre, serbest û bê dext çarser bikin.
KurdWatch: Mirov ê çawa bi encamên projeyên erebîkirinê re bide û bistîne, mîna »Kembera Erebî« ku di çarçweya wê de malûmilkên gelek Kurdan ji wan hatin stendin û ew hatin koçberkirin?
Semîr Neşar: Ez rastî bêjim, hayê min zêde ji encamên projeyên erebîkirinê li herêmên kurdî tune. Lê ez di wê nerînê de me ku herkesê ku malûmilkê wî jê hatiye stendin, xwedî maf e ku malûmilkê wî lê bê vegerandin. Nabe ku stendina malûmilkan piştre bê rewakirin. Tenê eger xwediyê malûmilk bipejirîne, mirov dikare nirxê malûmilk bide wî.
KurdWatch: Sûrî dewleteke merkezî ye. Desthilata parêzgehan sînorkirî ye. Gelo ev model wê di dema piştî Beşar el-Esed de berdewam bike?
Semîr Neşar: Merkeziya xurt, ku bîrokratiya wê zêde ye, bi taybetî ji ber sedemên îdarî ne qenc e. Divê dezgehên herêmî di parêzgehan de bibin xwedî desthilatên bêtir. Ew rewşa xwe baştir dizanin û bêtir dizanin çi ji wan re gerek e. Eşkere bûye ku dewleta merkezî asteng e ji bo pêşketina li hundir.
KurdWatch: Hûn beşdarbûna partiyên kurdî di çalakiyên protestoyê û xwenîşandanên dijî rêjîmê de çawa dibînin?
Semîr Neşar: Em gazinan ji partiyên kurdi dikin ku ew ne bi awayekî berbiçav beşdarî şoreşa sûrî dibin. Em rêzê ji giyanî niştimanî yê sûrî yê ciwanên kurd digirin. Ciwanên kurd ne li gor helwesta partiyên kurdi re tevdigerin. Beşdarbûna wan a yurt di şoreşa sûrî ciyê şanaziyê ye. Lê mixabin em dibînin ku gelek partiyên kurdî hema bêje beşdarî şoreşa sûrî nabin, ne li herêmên kurdî, ne jî li Helebê, ku gelek Kurd lê dijîn. Wilo dixuye ku ev partî hîn jî li hêviya guftûgoya bi rêjîmê re ne. Teqez wê encamên vê helwestê li ser dema piştî rûxandina rêjîmê hebin.
Kurdwatch