Bedirxan
Hêvîdarim em Kurdistana mezin û azad bi pêkve bibînin
Ji bo xebatkarên Rojeva Kurd!
Berî her tiştî ji bo pîrozbahiya we gelek, gelek spas dikim.
Min gelek hez dikir ku em hemû li Kurdistaneke azad de bi pêkve bibin. Lê birastî heta niha tiştên ku min berê qet bawer nedikir, niha dibînim…
Wekî mînak dîtina ala Kurdistanê bi awayeke azad (li başurê Kurdistanê), derketina leşkerên Tirk ji Birca Belek û ji nêzîk ve dîtina min a Birca Belek…
Heta dawiya temena xwe ezê li ser rêbaza Bedirxaniyan bim û çi ji destên min bê ezê bikim, eve jî ji bo min serbilindî û serfiraziye…
Hêvîdarim em hemû Kurdistana mezin û azad bi pêkve bibînin…
Li gel silavan
Sînemxan Celadet Bedirxan