Polîtîk

Piştî hikûmeta nû petrola Kurdistanê diçe derve

     
Hewlêr – Hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye, piştî avakirina hikûmeta nû a Îraqê, patrolê bi rêya boriya benderê Cîhana tirkî re bo derve binêre.

Aştî Hewramî wezîrê derametên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got: Herêma Kurdistanê amadeye, piştî pêkanîna hikûmeta nû a Îraqê rojê 100 bermîlên patrolê bo derve binêre.

Herwesa Hewramî di berdewaiya daxuyaniya xwe de dibêje ku herêma Kurdıstanê heta dawıya îsal dikare 200 heta 500 bermîlên patrolê bı rêya bevderê Cîhana tırkî bo derve binêre.

Wezîrê derametên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê ew yek jî eşkere kir ku nuha kar li ser avakirina boriyeke nû bo Cîhana tirkî tê kirin.

Back to top button