Kultur

Filmê kurdî xencera zîvî wergirt

Filmê sînemayî  Şiwênêk bo yarî (cîyek ji bo lîstikan)  yê rejîsorê kurd Şewket Emîm Korkî li ser nave herêma Kurdistanê beşdarî festivala fima a navdewletî li Mesqeta paytexta Omanê bû û weke yek ji filmên herî baş hat hilbijartinê û xelara xencera zîvî wergirt.

Festivala filman a navdewletî li rojên 13 heta 20 adarê li Mesqeta paytexta Omanê birêve çû û 14 filman beşdarî tê de kir.

Juriya festivala filman a navdewletî ku ji hunermendên ewropî, emerîkî û ereb pêkhat bû,  filmê bi nave yek-sifr yê rejîsora misrî Kamîla Abo Zekî baûtirîm film hilbijart û xelatê xencera zêrî wergirt û filmê rêjîsorê kurd Şewket Emîn (cîyek ji bo lîstikan) bo xelatê xencera zîvî hilbijart.

Back to top button