Serok Barzanî bi minasebeta cejna Remazanê peyameka pîrozbahiyê ragihand.
Peyama serok barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina Vejna Remezana pîroz, ez germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Pîrozbahiya cejna Remezanê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê dikim.
Di vê helkefta pîroz de hêviya wê yekê dixwazim ku Xwedayê mezin rojî û îbadetê hemû misilmanan qebûl kiribe û ev cejn bibe sedema dawîhatina nexweşî û êşan û vegera aramî û aştiyê ji bo hemû mirovahiyê.
Hêviya xêr û xweşî û tendirustiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.
Mesûd Barzanî
30yê Remezana 1443yan a Koçî
1ê Nîsana 2022yan a Zayînî