
Hejmarek fûze li sînorê navçeya Xebat a Hewlêrê ketin. Hat diyarkirin ku ti windahiyên canî çênebûne.
Roja 1ê Gulana 2022an dengê çend fûzeya li sînorê navçeya Xebat a Hewlêrê hatin bihîstin.
Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Fûze çend heb bûn û li sînorê navçeya Rizgarî û navçeya Xebatê ketine xwarê, ti ziyanên canî çê nebûne.”
Hêzên Dijî Teror a Kurdistanê ragihand, “6 fûze li nêzî Zêya Badînan a navçeya Xebatê ketine xwarê.”
Hêzên Dijî Teror a Kurdistanê her wiha got, “Ji ber fûzan ti windahî û jî ziyaneke madî çênebûye. Fûze ji nahyeya Bertileya Hemdaniye ya parêzgeha Neynewayê hatine avêtin.


