CivakRojev

Bang li hikumeta Iraqê kir: Rê li êrîşa mûşekan bigre!

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta êrîşa mûşekan li ser qezeya Xebata girêdayê Hewlêr peyamek ragihand.

Peyama Nêçîrvan Barzanî:

Ez wê muşekbarana duhî êvarî roja yekşemê, şeva cejnê, bo ser tixûbê qeza Xebat, bi dijwarê şermezar dikim, daxwazê ji aliyên peywendîdar yên hikûmeta federal ya Îraqê dikim ku encmderên wê êrîşê vebînin û li gor yasayê bên sizadan.

Bi tenê şermezarkirina wan êrîşan bes nîne, dubarebûna wan êrîşan gefên cidî ne û aramî û asayîşê dixin di metirsiyê da. Hikûemta federal ya Îraqê ji wê yekê berpirse ku bi lez, bi kiryar û cidîtir li ser vê dijminkariyê raweste û bi hevahengî digel aliyên peywendîdar yên hikûmeta Herêma Kurdistanê, rê li dubarebûna wan êrîşan bigirin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2022.05.02

Back to top button