PolîtîkRojev

Li Şingalê şerê artêşa Iraqş ê çekdarên PKKê!

Li sînorê Şingalê careke din alozî di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û artêşa Iraqê de derketin. Peyamnêrê Rûdawê dibêje, artêşa Iraqê wan cihan dike armanc ku YBŞ li wan dimînin.

Peyamnêrê Rûdawî li Şingalê Yusif Rabih ragihand ku şeva borî rewşa sînorê Şingalê aloz bûye û îro jî careke din li Sinûnê alozî derketine.

Peyamnêrê Rûdawê got: “Ew cihên ku rojên 18 û 19ê Nîsanê şer li wan çêbûbû û di encam de heft kes birîndar bûbûn, niha jî şer li wan heye, binkeyeke serbazî yê artêşa Iraqê heye û çend cih jî kirine armanc ku hêzên YBŞê lê dimînin.”

Hevdem Nûnerê Parêzgeha Neynewa li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dûberdanî di vê derbarê de got: “Piştî şer û pevçûnên şeva borî di navbera hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û hêzeke Lîwaya 72 ya artêşa Iraqê li devera Şingalê, îro hêzên YBŞê li bajarokê Sinûnê yê sînorê Şingalê êrîşî hêzeke lîwayê kirin, teqe kirin û di encam de du serbazên lîwayê birîndar kirin.”

Şêrwan Dûberdanî îro Duşembê 2ê Gulana 2022ê got: “Îro hêzên YBŞê li devera Şingalê êrîşî hêzeke Lîwaya 72 ya artêşa Iraqê kirin, ji ber hêzên wê lîwayê doh piştî şer û pevçûnan çendîn bazgeh ji hêzên YBŞê ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê standin, lewra di encama êrîşa îro de du serbazên Lîwaya 72 ya artêşa Iraqê birîndar bûn, herwiha hêzên YBŞê di vê êrîşê de teqe li karwanekî otomobîlên Fermandariya Lîwaya 72 ya artêşê jî kirin.”

Nûnerê Parêzgeha Neynewa li Parlamentoya Iraqê dibêje: “Berê çandeke bilind a serbazî û emnî ya Iraqê ligel fermandarên YBŞê li Şingalê civiyan û heta roja Înê 29ê Nîsana 2022ê jî mohlet dabûn wan daku hemû çekdarên biyanî û ne Iraqî Şingal û navçeyê bicîh bihêlin. Roja Şemiya borî 30ê Nîsana 2022ê jî, şandeke bilind a serbazî û emnî bi serokatiya Serokerkanê Iraqê Ferîqê Yekem Ebdulemîr Yarella gehişte Şingalê li sînorê parêzgeha Neynewa bi armanca piştrastbûna ji cîbicîhkirina vekişîna hemû çekdarên biyanî û ne Iraqî.” Dûberdanî da zanîn ku, “nêzîka 400 çekdar ji devera Şingalê vekişiya ne, lê hê hejmareke din venekişiya ne û li Çiyayê Şingalê mane.”

Ev di demekê de ye, şeva borî li navçeya Babişlo ya rojavayê Şingalê, şer û pevçûn di navbera Lîwaya 72 ya artêşa Iraqê û hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê de derket û heta piştî demjimêr 12:00ê nîvê şevê berdewam bû, ji ber artêşa Iraqê daxwaz dike ku bazgehên navçeyê radestî hêzên Lîwaya 72 ya artêşê bên kirin hêzên YBŞê jî bi vê daxwazê nerazî ne.

Back to top button