CivakRojev

Cejna we pîroz be û Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî bi minasebeta cejna Remazanê peyamek pîrozbahiyê ragihand.

Peyama Mesrur Barzanî:

Bi boneya hatina Cejna Remezana pîroz, ez pîrozbahiyên herî germ li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman û hêzên asayîşa navxwe û keskûkar û malbatên serbilind ên şehîd û enfalkiriyan. Ez hêvîdar im rojên cejnê bi xweşî û şadî derbas bikin.

Ez hêvî dikim ev cejn bibe havênê xêr û xweşî û tebayiya gelê Kurdistanê û seqamgîrbûna aştî û aramiya li Iraq û navçeyê.

Cejna we pîroz be û Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Back to top button