Hêvî bû ku vegerim gund

Hêvî bû ku vegerim gund
Yusuf Bagi
Çandinîyê bikim
Nîr û halet
Cot û cobar
Şixre û gêre
Melhêb û diraxe
Ceh û genim
Nok û nîsk
Şolûk û kizin
Li ber bayê başûr ba bikim
Ka û heba cuda bikim
Hêvî bû ku
Vegerim gund û
Tevnê bi hûnim
Rês û hepo
Gûloka birêsim
lîva û hirî
Mahfûr û merş
Bi wêneyên xwezayî
Bineqişînim
Hêvî bû ku
Vegerim gund û
Bibim şivan
Bilûr û gopal
Tûr û kûlav
Birik pez vehewînim
Li mêrgên Şerefdînê
Kûlîlk û beybûn
Nefel û nêrgiz
Li bin belekên berfê
Ber tava hîva
Şevîna şevê
Li serê şikêr kê rûnêm û
Ji felekê re bilorînim
Strana Evdalê Zeynê û
Helbesta bilûra min
Ji pênûsa mîr ê hêja bixwînim
Ber banga sibê
Li hêvya bêrîvana bimîn im
Bi miqam ê bêrîvanê
Gûjîn ji bilûrê bînim
Û pez bidim bêrî
Berxû mîha bi ser hev de bi kalîn im
Û berxên mîjo bimijî im
Hêvî bû kû
Vegerim gûnd û
Destê dayika jar maç bikim
Ji
Zimanê wê
Ji
Dev û lêvên wê
Çîroka çûka pepûk bibhîsim
Her hêvî bû ku
Vegerim gund
Konekî li ser çardeh stûna vegirim
Li havînga Araratê
Û çarsa kon
Bi gûl û gûlbîn da bixemlînim
Kûlavê hirî raxim
Çar hawîr dor balgîha dînim
Nanê sêlê
Nîvîşkê meşkê
Mastê elbê
Penîrê sîrkê û
Zerikek ava sar
Temene kî zêrîn ji felekê bidiz im
Her xwezî bû ku
Vegerim gund
Li binê dara kavnar rûnêm û
Li civaka dilsoz bihisînim
Mijara cuda
Buhayê berxa
Kavira
Mîha
Berana
Bizina
Gîska
Tiştîra
Hevûrya
Qera û
Buhayê nêrya
Hîn bibim
Hêvî bû û xwezîbû ku
Vegerim gund…
(Zinar Ala)