Polîtîk

Biden pêwendiyek telefonî li gel Barzanî kir

 Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka ku niha bi serdanekî li Bexdaye pêwendiyekî telefonî bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê kir.

Li vê pêwendiya telefonî da, Cîgirê Serokê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka û Serokê Kurdistanê di derbarê proseya siyasiya Iraq û pêkanîna Hikûmeta nû nirxandin û di derbarê çawayiya pêkanîna Hikûmeta nû de bîrûra danustandin kirin.

Serok Barzanî hêviya serkeftinê li hewldanên Cîgirê Serokê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka xwest û her du alî jî biryarê dan ku pêwendiyên wan li vî derbarî de berdewam bibê da ku hemû aliyek hewl bidin Iraq ji vê tengasiyê rizgar bikin.

Back to top button