Cîhan

Serok Barzanî serdana Rusiyayê nekir

Piştî hindek sazî û kanalên ragehandinê li dor sedemên pêknehatina serdana serokê herêma Kurdistanê bo Rusiyayê weşandîn, serokê fermangeha peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva wan sazî û kanalên mediyayê de û got ku heta nuha ne herêma Kurdistanê daxwazeke wisa kiriye û tu vexwandinên fermî ji aliyê Rusiyayê ve bo serkê herêma Kurdistanê nehatine ku serdan Rusiyayê bike.

Felah Mistefa serokê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê got:

– Birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê heta nuha tu dawetnameyên fermî ku serdna welatê Rusiyayê bike wernegirtine. Herêma Kurdistanê jî ji bo ku serokê herêma Kurdistanê serdana Rusiyayê bike tu dawazî pêşkeş nekirine. Ji ber hindê tu rastî û dirustî ji wan nûçe û lêkolînên hatîne weşandin ra nîne.

– Serokê herêma Kurdistanê û herêma Kurdistanê di çarçoveyê Îraqa federal de xwedî statuyekî destûrî ye. Ev jî berhemê xebat û tekoşîna bi sala ya gelên Kurdistanê ye. Em careke di tekîd dikin ku wan nûçe û lêkolînan tu rastî û dirustî nîn in û bê esas in. Eger welatek amade nebe bi awayekî hêja pêwazîya serok bike, xebat û qorbaniyên gelê kurd li be çavan negire û hurmetê ji destûr û baweriya serok bidestveaniye negire, piştrast, cenabê serokê herêma Kurdistanê serdanên bi wî awayî nake

Back to top button