Danîmarka qedexebûna Roj tv xwest

Danîmarka ji bo qedexekirina Roj tv  gavekî berbiçav avêt.Dadgerên Danîmarkî di derheqa Roj tv yê de ji ber  ku di weşanên xwe de propagandayê PKK dike,  lêpersînek hate vekirin.

Li gor nûçeyên ajansa Associated Pressê Dozgerê Mezin ya Danîmarkayê Jörgen Sten Sörensen daxuyakir ku Roj tv  piştgiriya çalakiyên PKKê dike.

 
Roj tv ruxseta xwe ya weşanî ji Danîmarka girtiye lê li vî welatê ne xwedî studyoyêkiye.

Wekî tê zanin Rojnameya Berlingske Tidende  têkîliyên di navbera Roj tv û PKK bi awayekî delîl ispatkir û pişt re jî Dozgerên Danîmarkî jî lêkolîna xwe ya li ser vê îddayê meşandin.

Di destê rojnameyê de qasedên deng hebû û ew dengana jî balav kirîbû.. Di meha Pûşpera ( Hezîran ) 2008ê de milîtanek bi navê kod ‘’Hamza’’ Abdullah Şen , Berpirsyarê Berê ya Roj tv Manuşehr Zonooziyê bi rêya telefonê  li ser talîmata Abdullah Ocalan gef dida û ew qased di destê dozgerên Danîmarkayiyê de ye.

Nêrînek

  1. Taybetî Dewleta dagirker tirkî û Danîmarka şermezar dikim.tu kes nikare dengê Kurdan qut bike.divê Kurdistan Tv , Kurd 1 , Kurdsat û hemû televîzyonên Kurda piştgrîyê bidin roj tv yê. Serokê herêma Kurdistanê Brêz Berzanî divê hepkî dengê xwe derxe …

  2. Qoserî tu dibêjî Serok Barzanî hepkî dengê xwe derxe… çima ? çima derxe ? Roj tv her dem Serok Barzani re heriş dike. Manuşehr Zonoozi ji aliye pkk hate tehditkirin u bi belge. dema ku hun dikevin tengasiye behsa Serok Barzani dikin

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: