Civak

Xelk ji bo topbarana Îranê gundê xwe vale dikin

Mam Xidir Kerîm ê ku muxtarê gundê Rezge ye ji PNA re da xuyakirin, ku piranîya gundên wan ji ber topbarana hêzên artêşa Îranê vala bûne.
Mam Xidir got, ku gundên nêzîkî rêyên serekî nehatine valakirin, ji ber ku hinekî dûrî vê topbarankirinê ne. Di vê hefteyê jî de, ev deverên han sê caran hatine topbarankirin.

Di encama vê topbarankirinê de hinek caran ziyanên giyanî jî çê dibûn, belê hemû caran ziyanên keresteyî (maddî) ji duv vê topbarakirinê hebûne.
Muxtarê gundê Rezge yê girêdayî devera Binarê Qendîl got: “Niha gundên Ebûbekre, Werte, Qelatokan û Şêxan vala bûne. Hevwelatîyên van gundan, niha li nêzîkî bingeheka leşkerîya pêşmerge ya nêzîkî newala Reswan bi cih bûne.“

Ji bilî evê çendê, rewşa darayî (malî) ya van hevwelatîyan jî nebaş e û pêdivî xwarin û ava paqij in û di warê tendirustî jî de, arêşeyên wan hene.


Nûçe: Bextyar Qadir / Binarê Qendîl

Back to top button