Ger Kurdistan ava bibe Tirkiye dikare bikeve Musulê
Rojnamevanî Emrîkayî Seymour Hersh rewşa İsrail-Tirkiye û İraqê nirxand
Daxuyaniyên serete yên Hersh :
AKP rewşa herêmê guhert
Demekî dirêj , Tirkiye û Îran li dijî hev polîtikayên xwe meşandin. Îsraîl jî ji bo berjewendiyên xwe piştgirî dida vê rewşê. Lê hatina AKP vê rewşê gûhert . Ji ber ku Tirkiye li herêmê de bihêz bû.
Tehdîdên Îran zêdetir bû
Tirkiye di warê Nukleerê de piştgiriyê dide Îran. Êdî Îsraîl tehdîda Îranê biçûk nabîne.Ji ber ku hêza Îran nayên zanîn.
Nêzîkatiya Esad û Erdogan nayê pejirandin
Tirkiye ne tenê Îranê ji welatên din re jî têkîliyên xwe yê dostanî dimeşîne.Digel Suriye jî gelek peymanên girîng îmza kirin. Nêzîkatiya Beşar Esad û Erdogan ji aliyê Îsraîl nehatiye pejirandin.Di sala 1967 an de Îsraîl Tilên Golanê dagirkir ew jî bû pirsgirêka herî mezin ya di navbera Îsraîl û Suriye.Berê li Suriye gelekî ajanên Mossad hebûn lê êdî namene.
Ji ber Mezinbûna Tirkiye , Îsraîl nerehet dibe
Mezinbûna Tirkiye gelekî acizî dide Îsrailê . Ji ber ku Tirkiyê berê ji welatên rojhelatî re têkiliyên xwe xurt nedikir. A niha jî berevajî vê polîtîkayê ava bû û ew jî bû sedema aciziya Îsraîl. Rêveberên Îsraîl gelekî ditirsin ku rojekî Tirkiye nîşandayina hêza xwe li hemberî Îsraîlê bikin.Ji ber vê yekê jî carna nikare bi aramî bifikire û bûyera Keştiya Tirkiye jî yek ji wane.
Divê Îsraîl digel Tirkiye dost bimîne
Li parlementoya Îsraîlê dengên cûda bi cûda derdikeve û ew jî ji Tirkiye yê re moralek mezin dide. Dîvê Îsraîl dostaniya xwe digel Tirkiye biparêze yan jî nikare aramiyek peyda bikin .
Îsraîl piştgiriya Barzanî dike
Îsraîl dixwaze li herêmê de Kurdistanek ava bibe û zorê dide Emrîka, ji aliyekî dî de jî piştgiriya Mesud Barzanî dike. Pêşketina têkiliyên Îsraîl û Kurdistan ji têkîliyên Tirkiye re girîngtire . Tel Avîv û Washington dizanin ku ger Kurdistan ava bibe , mimkune ku Tirkiye jî bikeve Musul û Kerkukê. Ji ber vê yekê Îsraîl gelek acize.
Bê HAMAS aştiyêk di navbera Îsraîl û Filistînê de ne mimkune
Serokê Emrîkayê berê Jimmy Carter di sala 1979ê de peymana Camp David sazkir û berê demekî jî digel Hamas hevdîtinek kir. Piştî peymana Camp David li Rojhilata Navînê de bû mîmara aştiya Îsraîl û Ereba. Jimmy Carter dîsa hewl dide ku aştiyek nû sazbike.
Ew kesên ku dixwazin li rojhilata navîn aştiyêkî sazbikin divê bizanin ku ew aştî bê Hamas ne mimkûne. Serok Obama jî fikrekî wisa diparêze lê Wezirê Karên Derveyê Emrîka Hillary Clînton bi vî şeklê nafikire. Hamas rastiyeke , kes nikare ji rastiyê dûr bikeve.
Tîma Blackwater
Serfermandarê Pakîstan yê berê General Mîrsa Alsam Beg îddîa dike ku Serokwezîrê berê Benazîr Butto û Serokwezîrê Lubnan Refîk Harîrî ji aliyê Emrîka ve hatin kuştin. Pişt re Min jî got pêwîstiya lêkolîna wan bûyeran hene. Lê televîzyonekî Ereb daxuyaniya min serûbin kir û wisa nîşan da weka ku min testîq kir, pişt re ji hemî dinyayê re belav bû. Lê min daxuyaniyekî wisa nekir. Bêguman tîmên suîkast ya Emrîka hene Blackwater bi navên xwe yê nû ‘ XE Worldwide Services’ li gelek deverên cîhanê de yekîneyê wan hene û sûîkast dikin . A niha ji li Îraqê de ne .