Ezê bêjim erê
Ji bo guhertinê wê piraniya xelkê bêje erê. Dê 12-ê îlonê bibe qetandinek girîng ji bo destûra leşkerî. Gavek girîn dê bê avêtin.
Ev despêkek ya guhertinane divê herkes pişgiriyê bike û bêje erê. Berpirsên CHP-ê dibêjin: “ Bila ew(Ak-Partî)van guhertinan nekin, dema em werin ser hukum emê guhertinên pêwîst bikin“ Ew tên kûderê?
Ew nayên û naçin cihekî. Ti rewşa wan ya ku bêne ser hukum xuya nake. Ez bawerim ku, dê gelek kes di nav CHP-ê û MHP-ê de bêjin erê. Berpirsên van partiyan çikas bêjin na, bila bêjin. Erê têra daxwaziyên me nakin, em dixwazin pêştir bikeve guhertinên mestir çêbibin. Ev cara yekêyê ku dixwazin gavek bête avêtin, gelek mafên karkeran pêşve diçe. Ev cara yekê ye ku destûra inkilaba leşkerî ya 12-ê îlonê tû kulkirin. Ezê ji bo vê yekê bêjim erê.“