Civak

Trajediyek civakî

Hinek bûyer hene ku dibin eyna civatê. Dema mirov bûyerek bi gelek ne di rêde dibîne yan jî dibihîse , mirov di cih de gazinda ji civatê dike. Belkî jî pêşketin yan jî paşvemayina civata di van bûyerên ve girêdaye. Bûyerek li Rihayê çêbû.

Jinek bi hemil rakirin nexweşxanê. Li nexweşxanê doktoran jin kontrol kirin ku gotin,zaroka di zikê jinê de 5 mehî miriye û ne sax e. Jinek ameliyat kirin û zaroka mirî ji zikê wê derêxistin. Heta vê derê bûyer gelek rutiniye. Lê cesedê zarokê 5 mehî ku mirî ji zikê dayîkê derxistîn, li kincekî pêçan û êxistin di nav torbeyek naylon û dan destê babe zarokê.

Babê zarokê mecbûr man torbê naylon yê ku cesedê zaroka wî di tê de ji destê berpirsên nexweşxanê girt û da ku here wê zarokê li derekî weşêre.Yanî binax bike. Babê zarokê gazind kirin, lê kî guhê xwe bidiyê..

Eve pêşketina civatê li bajarak wek Rihayê …

Back to top button