Hesta welatîniyê / Hemze Rezîkî
Pirsiyarek heye gelek caran dihête kirin û birastî em bersîva wê nizanîn, erê bo çî xelkek heye hemû jiyana xwe li welatên biyanî diburînît û li dûmahiyê peşîman dibin? Bo çî mirov dê pitir ji pêncî salan li welatekê biyanî bît û reh û rûşalên xwe li wêrê biçînît û bîte xwedan xêzan û nevî û renge hemiyan bihêlît û qesta welatê xwe biketeve û nabêjît mixabin jî.
Hesta welatîniyê di çi daye û ji bo çî welat hinde yê şirîne? Bo çî demê mirov hindek dêm û destên nû dibînît mirov pê di herişît? sereray ku renge ew welatê mirovî qestkiriyê gelek xuştir û ciwantir û bi yasa tir bît ji welatê mirovî, belê mirov ji xerîbiyê weku zaroyan bo welatê xwe dikete girî.
Welatiyekê biyanî ku li Dihokê kar diket got: Hindî Kurdistan hebît ez qesta welatê xwe nakem, çunku welatê min welatê zalbûna taxa zengînane li ser hejaran û welatê hebûna gendeliyê ye di hemû waran da û heta li nexweşxane û rêveberiyên mîrî jî heke tu bertîlan nedey dê mirî û kesek jî xwe li te bi xwedî nizanît, her wesan bazar hêşta êvarî dihêne daxistin û renge heke hêşta nîvro tu xwarinê û vexwarinê bo zaroyên xwe dabîn nekey zaroyên te wê şevê birçî binivin û xewna bi xwarinê ve bibînin û got: Ez hest dikim ku Dihok welatê mine û bajarê mine û ma çi tişt ji wê çendê xweştire bi şev û roj tu li bazarî bigerî û hemû tişt hebin.
Bi dîtina min hizrên vî kesî di cihê xwe da nînin, başe ew ji kî ve hatiye û kurê kîjan binemalê ye û wî divêt xizmetê li gel kê biket û kîjan keç ya amadeye bibîte hevjîna wî û bawernama wî çiye û paşeroja wî çawane û muçê wî çende û kî dê xaniyê bifroşîtê û kengî dê wî mafê tapokirina erdî li ser navê xwe hebît û …hwd. Pirsiyar ranawestin û li dûmahiyê dê her vegerîte welatê xwe, belê piştî tûşî fişara xwînê û nexweşiya şekirê dibît û qelew dibît û davên reş di pirçê wî da nemînin û wî hêza xwe ragirtinê li welatê xwe jî nemînît û li dûmahiyê dê karê wî bi tinê gazindebin û bi kêr welatê xwe nahêt.
Berî çend salan jî bi karekê fermî min qesta bajêrê Bexda kir û li demê geriyana me li nav bazarî, ez çûme di dukaneka demjimêran ve û piştî xwedanê dukanê zanî ez Kurdim, yekser nasnameya xwe derîna û got: Bi şanazî ve ez jî Kurdim, belê yek peyva Kurdî jî nizanim û nizanim eslê min jî li kîveye, û xwast bihête Herêmê li kes û karên bapîrê xwe bigerêt. Eve kesekê biyanî ye di nav welatê xwe da.
Gelek nujdar û endazyar û xwedan pîşeyên taybet li gelek welatan qesta me dikin, Kurd dibêjin” heke filan kes bendikekê sur û zerba, da bi humbanka derê malbaba xwe ve bît” em ji bîr dikîn ka ew kesê dihête vêrê çend hest bi nexweşî û azaran diket, em nizanîn çend nexoşe mirov welat û kes û karên xwe bihêlît û qesta di nav biyaniyan da biket. Ma em çi dizanîn ewên nuke xizmeta me diken li welatê xwe çi pile hebû? Ma ewên xwedan bawernameyên bilind di nav welatê meda û qesta derveya welatî kirî, çi kêmasî hebûn?
Heke em berê xwe bidin li Amerîka dê diyarbît hemû welatê wan ji pêkhatên biyanî dirust buye, li gel vê çendê bi hêztirîn welate û serkêşiya cîhanê diket û em xweziyan radihêlîn hindek Amerîkî bi vekolînên xwe ve rojekê ji rojan bihêne di nav meda û xizmeta me bikin. Belê her kesê Kurd qesta Amerîka jî biket ku welateke li ser binyatê azadiya hizr û bîran hatiye dirustkirin, dê bi kesekê biyanî hête niyaskirin û neşêt jiyana xwe bibete serî û çendî bimînît dê her vegerîte welatê xwe.
Eve derbarey mirovê biyanî li derveyê welatî, belê dê çawabît heke mirov di nav welatê xwe da yê biyanî bît? Erê we dîtiye mirovek mezin bibît û di karê xwe da şareza bibît, li dûmahiyê bê beha bibît? ew dibîte mirovekê biyanî.
Mirovê biyanî di nav welatê xwe da ewe yê ku tiştekî bêjît û kes guhdariya wî neket, pêşniyazekê bidet kes dûvçûnê neket, yan xelk wî bibînît û xwe jê dibine paş û kes li dorên wî kom nebît, nexweş bît û berze(wenda) bibît û kesek pirsiyara wî neket, dergehên seredanên cihên berpirs lê bihêne girtin, mirovê biyanî di nav welatê xwe da weku meye, evca çi nujdar yan endazyar yan mafperwer yan rojnamevan bît.