Polîtîk

BBC: Kurdistan berev serxwebûnê hengavan davêje

Li her cîheke vê cîhanê de wêrekî dixwaze ku pereyekî zêde ji bo dirustkirina parkekî pir bi lîstik xerc bikî, lê belê projeya “Çavî Land” ya li bajarê Silêmanî hengavekî girîng û wêrekaneye

Ji aliyek ve em hemû dizanîn hê jî li Iraqê de girîngiyekî wiha li warê geştuguzarê nayê dayîn û ji aliyeke din ve jî dizanîn ku tundutîjî û kêşeya çend salên derbasbûyî ya Iraqê bi zîndî li bîranînên me de mane. 

Ji bilî van hemû kêşe û pirgirêkan jî projeyên girîng li Herêma Kurdistanê de têne bi cîhkirin û yek ji wan jî projeya balkêş ya “Çavî Land” e li bajarê Silêmanî.

Bi berdewamî jî hejmarekî zêde ji seranserê Iraqê geştiyar ji bo bi serbirina demek xweş serdana “Çavî Land” dikin, yek ji wan jî welatiyên ku li bajarên wekî Bexda û Besre ve tên. 

Kurdistan Herêmekî aram û balkêş

Teqîn û tundutîjî li herêmên dinê Iraqê berdewamiya xwe heye, lê belê Herêma Kurdistanê cîheke aram û hêmine. Dema serdana vê herêmê dikîn wiha hest dikî gelê Kurd li hewla dirustkirina dewletekî nû daye.

Dewletek ku wan sînor û berbestan têk bişkênê ku li dawiya cenga yekema cîhanî de ji aliyê welatên bi hêzê cîhanê ve hatibû diyarkirin.

Berpirsekî Projeya Çavî Land Hesen Mihemed bi şanaziyê ve dibêje “Bakûrê Iraqê ji Kurdistanê pêkhatiye. Li vir cîheke arame. Xelk bi mebestên cûda cûda serdana vir dikin, hinek bi mebesta xwendin û hinek jî bi mebesta karên bazirganî”.

Li bersîva wê pirsiyara ku gelo divê civaka navdewletî bi awayeke fermî Herêma Kurdistanê nas bike, Hesen Mihemed dibêje: “Belê, bêguman. Niha dema ewe hatiye ku civaka navdewletî wê hengavê bavêje”. 

Raste pêvajoyeke taybetî û pir li tundutîjî ya rojhilata navîn girtiye, lê belê hê jî guhertin negihîştiye asta peymana damezrandina dewletekî nû.

Li piştî cengê yekemê cîhanî welatên bi hêzên cîhanê axa Kurdan li ser welatên Suriye, Tirkiye, Îran û Iraqê de dabeş kir. 

Lawaziya Hikûmeta Navendî û Hikûmeta Herêma bi hêz 

Guman li wir de tûne ku qeyranên niha yên Iraqê û lawaziya Hikûmeta Federalî li Bexda derfetekî zêrîn ji bo Kurdan rexsandiye ku parastina otonomî ya Herêma xwe bikin û hewl bidin berev pêşvetir biçin û hilgirtina hengavan jî berev serbixweyî yê bavêjin. 

Her lehiyeke tundutîjiyê li navçeyên dinê Iraqê Hikûmeta Federalî zêdetir lawaz dike û zêdetir yarmetiya Kurdan kî dide bo ku pêgeha xwe bi hêztir bikin. 

……

Neft û projeya serxwebûna Kurdistanê

Bêguman Kurd xweşhal dibin eger Iraq ji ber sedemên din perçe perçe bibê û têk biçe û hilweşê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî niha li wê baweriyê daye ku dikarê li ser proje û plana xwe berdewam bibê û eve jî yarmetîdere ji bo dirustkirina dewletekî nû bi bêyî wê yekê pêwîst bike ji bo wê karê mebesta xwe bi dengekî bilind hawar bike.

Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê penaber zêdetirê penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê werdigrê. Herêm xwedî ala û sirûda xwe ya nîştimanî û hêza çekdariya xwe ya taybete. Ji wê jî zêdetir, Kurdistan xwedî nefta xwe ye. 

Niha boriyekî neft li navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de hatiye danan û li paşarojê de li wê rêyê jî nefta Herêmê bi awayeke raste rast dê bişîne derve.

Bêguman siyaseta nefta Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştgîrî li projeya serbixweya Kurdistanê dike. Ji bilî wê jî divê bizanîn ev proje li demeke zehmet û herêmeke gelek metirsîdar daye. 

Çavkanî: http://www.bbc.co.uk/news/world-middle-east-24708736

Back to top button