Serdana serokwezîr û serxwebûna Kurdistanê
Serdana serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiye dikare bibe pêngavek nû ji bo herêmê.
Ji berî serdana Barzanî ya vê carê BBC li ser rewşa Kurdistana Başûr nirxandinek berfireh kir. BBC beşek di nirxandina xwe de dibêje:
Bêguman Kurd xweşhal dibin eger Iraq ji ber sedemên din perçe perçe bibê û têk biçe û hilweşê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî niha li wê baweriyê daye ku dikarê li ser proje û plana xwe berdewam bibê û eve jî yarmetîdere ji bo dirustkirina dewletekî nû bi bêyî wê yekê pêwîst bike ji bo wê karê mebesta xwe bi dengekî bilind hawar bike.
Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê penaber zêdetirê penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê werdigrê. Herêm xwedî ala û sirûda xwe ya nîştimanî û hêza çekdariya xwe ya taybete. Ji wê jî zêdetir, Kurdistan xwedî nefta xwe ye.
Niha boriyekî neft li navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de hatiye danan û li paşarojê de li wê rêyê jî nefta Herêmê bi awayeke raste rast dê bişîne derve.
Bêguman siyaseta nefta Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştgîrî li projeya serbixweya Kurdistanê dike. Ji bilî wê jî divê bizanîn ev proje li demeke zehmet û herêmeke gelek metirsîdar daye.
www.bbc.co.uk/news/world-middle-east-24708736
Ev nirxandina BBC li ser Kurdistanê taybetî ji berî serdana serokwezîrê Kurdistanê ya Enqere gelekî girîng e.
Niha xeta boriya Petrolê ya bê Tirkiye tê vekirin. Li gora agahdariyan armanc ewe ku petrola Kurdistanê heta sala 2015ê rojê milyonek birmîl petrol bi vê xetê bifroşên Ewropa. Herweha piroje ewe ku heta sala 2019ê Kurd 2 milyon birmîl petrol li ser Tirkiye re bifroşên Ewropa û welatên din.
Wek din tê zanîn ku hecma bazirganiya navbera Kurdistanê û Tirkiye gihaye 11 milyar dolar. Di warê enerjiyê de hinek şirketên Tirkiye li Başûrê Kurdistanê kar dikin.
Ev pêwendiya aborî di navbera Kurdistana Başûr û Tirkiye de bandora xwe li siyaseta hukumeta Tirkiye di derbarê pirsa Kurd de jî bi awayek erênî dike.
Herweha gava ku Kurdistan ber bi ragihandina dewletek Kurdî ve diçe pêwendiyên vî cureyî li herêmê gelek girîngtir dibe.
Wek tê zanîn meha 12ê îsal serokwezîrê Iraqê Nuri Malikî dê serdana Tirkiye bike. Lê ji berî vê serdanê hatina serokwezîrê Kurdistanê ya Tirkiye gelik bi wateye.
D.Jêlî/Rojevakurd