Polîtîk

Hêro çi ji Newşêrwan Mistefa daxwaz dike

Hêro Îbrahîm Ehmed endama seroaktiya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê daxwaz ji Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê dike ku, tedexulê di karûbar û pirsgirêkên  navxweyî yên YNKê de neke.

Li gor rojnameya Rûdaw, berpirsekê Tevgera Goranê jê re gotiye ku, Hêro Îbrahîm Ehmed daxwaz ji Newşêrwan Mistefa kiriye tedexulê di piroblem û pirsgirêkên navxweyî yên YNKê de neke û Newşêrwan Mistefa jî soz ji Hêro re daye bêteref be.

Awat şêx Cenab endamê civata niştimaniya tevgera Goranê dibêje ku, pirsgirêk û milmilaneya nav YNKê êdî ne tiştek veşartiye û her kes dizane û endamên polîtbûroya wê partiyê bi xwe dibêjin ku, YNKê pirsgirêka lêvegerê heye û ev milmilana nav YNKê serêşeyê ji bo Goran û PDKê jî dirust diek.

Bi awayekî fermî di nav YNKê de Kosret Resûl û Berhem Salih cîgirên sekreterê giştiyê YNKê ne, lê di warê piraktîkê de Hêro Îbrahîm Ehmed biryardera nav wê partiyê ye.

Back to top button