PKKê: Piştî Şingalê, emê Silêmaniyê jî bikin kanton

Piştî dagirkirina bajarê Şingalê ji aliyê rêxistina DAIŞê ve, hêzek ji gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berê xwe dan çiyayê Şingalê. Serkirdeyekî wan li wê deverê jî dibêje ku, mebesta wan ji Şingalê avakirina kantona wê deverê ye û piştî avakirina “Kantona Şingalê” dixwazin li Qendîl û Silêmaniyê jî kantonan ava bikin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku heta beriya ketina Şingalê, li wê deverên xwedî biryar bû, dibêje tişta ku PKK dibêje, xewn e.

Piştî ku çekdarên DAIŞê êriş kirin ser devera Şingalê, bi hezaran kurdên êzîdî yên wê deverê sitara xwe birin ser çiyayê Şingalê û 4 rojan ew xelk û hejmarek Pêşmerge û cengawerên êzîdî bênan û av li ser çiyê asê man.

Ji ber cografyaya Şingalê û nêzîkbûna wê ji Rojavayê Kurdistanê, gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) ku balê leşkerî yê PKKê ye û şervanên YPG, derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û ligel Hêzên Pêşmerge li tenişt nahiyeya Sinûnê rêyek bo rizgarkirina xelkê vekirin.

Hevdem ligel wê yekê, PKKê hêzek bi navê Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) ava kir û çend navendên leşkerî li wê deverê ava kir û ala xwe li ser wê bilind kir. Herwiha dest bi rêxistina xelkê kir.

Em wek Rûdaw 11 rojan li ser çiyayê Şingalê man û me gellek hewl dan ku daxuyaniyan ji fermandarên YPGê û berpirsên PKKê bistînin, lê ji ber biryara PKKê ya baykotkirina Tora Medyayî ya Rûdawê, ti kesî ji wan bi eşkere daxuyanî nedan me, lê di dawiyê de berpirsekî YPGê razîbû ku ji me re biaxive, lê bi şertekî ku navê wî neyê eşkerekirin.

Wî berpirsî behsa hatina xwe bo devera Şingalê kir û got: “Li her cihekî be ku em zanibin xelkê wê rastî karesatekê hatibin yan jî zilm û zorî li wan tê kirin, vêca ew xelk çi kurd bin, tirk bin, ereb yan jî her miletekî din be, emê bi hewara wan ve biçin. Dema ku me dît karesatek mezin hat serê xelkê Şingalê , em yekser bi hewara wan ve hatin û me rê ji wan re vekir û xwarin ji wan re anî.”

Wî berpirsê YPG wiha domand: “Piraniya êzîdiyên wan navçeyan bûne alîgirên me û niha piraniya wan ligel me ne. Daxwaz ji me kirin ku em alîkariya wan bikin û wan bi tenê nehêlin, ji ber ku niha hêzên me li nava Şingalê ne û mijûlî rizgarkirina wê derê ne û heta ku bi yekcarî ji destê DAIŞê neyê rizgarkirin, em nasekinin.”

Wî berpirsê YPGê got ku 500 şervanên YPGê li devera Şingalê hene, lê berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî dibêjin ku tenê 200 şervan li wê deverê hene.
 
“Em li pêşî ne û Pêşmerge li pişt me ne”
Wî berpirsê YPGê wiha pêde çû: “Em nehatin ku li vê derê bimînin. Em hatine Şingalê rizgar bikin û piştre wek Cezîrê û Efrînê li vir jî kantonekê ava bikin û berpirsên wê hemû ji xelkê Şingalê bin û bixwe rêveberiya xwe bikin. Wê demê berpirsên kantonê dê biryarê bidin ku ew dixwazin ser bi Hikûmeta Iraqê ve bin yan jî ser bi Kurdistanê bin.”

Heman berpirsî behsa hêzên xwe li Şingalê kir û got: “Niha nêzîkî 500 gerîlayên me ji hêzên YPŞ, YPJ, YPG û HPGê li nava Şingalê berxwedanê dikin. Piraniya wan hêzan li pêşî şer dikin û Hêzên Pêşmerge mîna Kobanî li pişt hêza me bi çekê giran alîkariya me dikin.”
“Emê kantona Silêmaniyê jî ava bikin”

Wî berpirsê YPGê behsa pilanên xwe yên paşerojê kir û wiha got: “Jibilî xelkê Şingalê, xelkê gellek navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê alîgirê me ne. Xelkê navçeya Qendîlê li Başûrê Kurdistanê ligel me ne. Em dixwazin li wir û li Silêmaniyê jî kantonan ava bikin. Niha em mijûlî Şingalê ne, piştî wê emê biçin Qendîl û Silêmaniyê jî.”

Herwiha wî berpirsê YPGê da zanîn ku, “Dema ew navçe bibin kanton, wê demê ewê bi xwe rêveberiya xwe bikin, bûdceya wan ji Iraqê be yan ji Kurdistanê be, dê karibin bêtir xizmeta xelkê wan navçeyan bikin.”
 
Berpirsekî PDKê: Êzîdiyên ku tevlî PKKê bibûn, dîsa vegeriyane
Piştî jinavçûna rêjîma Sedam Hisên li Iraqê, PDKê wek bihêztirîn û berfirehtirîn hêza cemawerî li wê navçeyê bû xwedî desthilat û di hemû hilbijartinan de piraniya dengan bidest dixist.

Berpirsekî PDKê li Şingalê bi navê Qasim Şeşo wiha dibêje, “Rast e ku di destpêka bûyerên Şingalê de, ji ber pêşkêşkirina alîkariyê bo kurdên êzîdî, beşek ji xelkê Şingalê nêzîkî hêzên PKKê bibûn, niha piraniya wan kesan hatin guhertin û vegeriyane nav PDKê.”

Qasim Şeşo ku bi xwe kurdekî êzîdî ye û li ser çiyayê Şingalê serpereştiya şervanên êzîdî ligel çend fermandarekî din ên dike, derbarê daxwaza PKKê bo avakirina “Kanton”a Şingalê de wiha got: “Ew tişta ku PKK dibêje, xewn e, ji ber ku Şingal ji hemû aliyekî ve ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Rast e Şingal berê di nava navçeyê madeya 140 de bû, lê her wek navçeyek ser bi parêzgeha Dihokê dihat hesibandin.”

Şeşo behsa nêrînên PDKê yên li ser Şingalê piştî raizgarkirina wê ji destê DAIŞê kir û wiha got: “Jibilî xelkê Şingalê, ti partiyeke siyasî nikare biryarê li ser çarenivîsa wê navçeyê bide. Em ligel wê yekê ne ku Şingal jî wek Helebce bi rêya Parlamento û Hikûmeta Kurdistanê bibe parêzgeheke ser bi Herêma Kurdistanê.”

Wî berpirsê PDKê, ku ev 4 meh in li ser çiyayê Şingalê ye, dibêje, “Şervanên YPGê ne gellek in, hejmara wan ji 200 kesî kêmtir e. Piraniya wan ji Rojavayê Kurdistanê hatine û beşek biçûk ji kurdên êzîdî ne.”

Derbarê avakirina kantona Şingalê ji aliyê PKKê, Berpirsê Melbenda 7ê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Mûsilê Helo Pêncwînî jî dibêje: “Em ne li dijî nêrîna ti aliyekî ne. Em ligel wê yekê ne ku xelk bi xwe rêveberiya xwe bikin. Dema ku Şingal hat rizgarkirin û xelk hemû vegeriyan malên xwe, wê demê ew çi biryarê bidin emê hurmetê ji biryara wan re bigirin, eger ew biryar kanton jî be.”

Derbarê gotinên wî berpirsê YPGê ku got ew dixwazin li Qendîl û Silêmaniyê jî kantonan avabikin, Endama Serkirdatiya YNKê Nermîn Osman wiha got: “Başûrê Kurdistanê niha jî beşek ji Iraqê ye. Di destûrê Iraqê de behsa kantonan nehatiye kirin, lewma em bi hemû awayekî li dijî avakirina kantonan in li hemû Iraqê, ji ber ku niha sîstema federal heye û her tişt tê de zelal e.”

Nermîn Osman wiha domand: “Ez fêm nakim çima ew dixwazin li Şingal û Qendîl û Silêmaniyê kantonan ava bikin. Ew ji welatekî din hatine, lê ev der Iraq e. Li Rojavayê Kurdistanê jî heta ku ew kanton nekevin nav destûra Sûriyê rewatiya wan a qanûnî çênabe.”

Rudaw

Nerîna min :