Li Tirkiyê gelek herêmên pir xweş û mezin hene ku hawîdorê wan hatine dorpêçkirin û li serê ”Herêma Leşkerî ya Parastinê” hatiye nivîsandin, li dormedarên wan leşker notirvanî dikin da kes nekeve nava wan deveran.
Midûrê giştî yê saziya Tapû û Qadestroyê Dawid Guney gotiye ku ”wê ev herêmên leşkerî bi temamî bêtin guhertin. Li Tirkiyê gelek herêm hene ku dibêjin ên leşkerî ne. Lê belê li gor peyitandina me, pir herêm hene ku têkiliya xwe bi leşkeriyê ve tune.” Û weha domandiye: ”Eger her leşkerek hawîdorê xwe bi têlan 500 çarkoşe dorpêç bike, li Tirkiyê erd ji xelkê re namîne. Ji ber hindê ev deverên wisa dê bi temamî bêtin guhertin.
Çewa kut ê zanîn li Tirkiyê çi devereke xweş a li pêşberê deryayê be, ew dever kirine herêma leşkerî û ji sivîlan re qedexe ye. Li Stenbol, Izmît, Yalova, Fethiye, Milas, Bodrom, Çeneqale, Golcik û gelek deverên wisa hemû niha herêmên leşkerî ne.
Rojeva Kurd