Jitem bûye Tushat
Bersûcê doza Weşanxaneya Zîrveyê İlker Çınar, li Meletî daxwaznameyek daye Dadgeha Sêyemîn a Cezayê Giran û gotiye ku roja 18ê Nîsana 2007an Necati Aydın, Ugur Yuksel û hemwelatiyê Elmanî Tilman Ekkehart ji aliyê TUSHADê ve li weşanxaneyê hatine kuştin.
Ev hêza han ku bi navê TUSHAD (Türkiye Ulusal Stratejiler ve Harekat Dairesi) e, hêza Ergenekonê ya çekdar e û niha jî bi awayekî aktîf hebûna xwe didomîne. Ev cinayeta li weşanxaneya Zîrveyê ku çêbû, Mehmet Ulgerê qumandarê cendirme yê Meletiyê ku wê demê albay bû jî beşdar bûye.
Pisporên siyasî dibêjin ku JITEMa berê navê xwe guhartiye û bûye TUSHAD, xebata xwe niha jî didomîne, herweha ji bo ku hikûmeta AK Partiyê birûxînin her tiştî jî dikin.
De ka em ê jî li pêvajoyê temaşe bikin ka wê encam bibe çi…
Rojeva Kurd/ENQERE