Pêwendiyên Kurdistan û Kanadayê pêş ve diçe
Nêçîrvan Ehmed serokê dîwana civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî roja pêncşemiyê 18.10.2012ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Mark Gozdkî sefîrê Kanadayê yê Îraq û Urdinê kir.
Di dîdarekê de her du aliyan tekîd li ser curtkirin û berfirehkirina têkeliyên mavbera herêma Kurdistan û Kanadayê kir û pêşxistina têkeliyên di hemû waran de, bi tyabetî infrastruktura aborî, avadankirin, rewşnbîrî û kulturî kir.
Sefîrê kanadayê yê Îraq û Urdinê avadanî û pêşkeftinên herêma Kurdistan bilind nirxandin û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê, di hemû waran de, jîngeheke aram û minasib bo bazirgan û sermayedaran afirandiye.
Di dîdarê de, behsa pêşwazîkirin û dabînkirina cîyê hewanidnê bo penaberên surî û gihandina pêdawîstiyên jiyanê bo wan hat behis kirin û sefîrê kanadî xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên div î warî de bilind nirxandin.
Ji aliyê xwe ve, serokê dîwana civata wezîrên Kurdistanê got ku, deriyên herêma Kurdostanê li pêşiya kompanî û sermayedarên kanadî vekirîne ku, beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de bikin.
Rewşa Îraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê mijareke din a dîdarê bûn û div ê çarçoveyê de, Nêçîrvan Ehmed got ku, herêma Kurdistanê dixwaze bi diyalog û bi aşitî li gor destûra Îraqê hemû pirsgirêk bên çareser kirin.