Helbesta kurdî hevalbendiya helbesta cîhanî kir

Helbesta kurdî hevalbendiya helbesta cîhanî kir.
Helbest li hemû derê ye.
Festîvala navnetewî ŞÎÎR ÎSTEMBOL kûta nû.

LATİF EPÖZDEMİR

Bajarê Stenbol, her ji kevin ve wekî navenda hûnerî û çandî, tê zanîn. Li vir, ji mêj ve, gelek çalakîyên pîşeyî û hunerî têne çêkirin. li Stenbol ji gelek milet û kêmanîyan kes dijîn. Nêzîkî çar milyon jî, Kurd li vî bajarîne. Stenbol her weha navendek giring a rewşenbîrîyê ye. Rewşenbîrên Kurd jî, her ji mêj ve gelek karên baş li vî bajarî li dar xistine. Her weha ev bajêr pîra navbera Asya u Ewrupaye u ji bona her kesekî cîyekî gelek giringe.Gelek rojname u kovar u kîtêbên Kurdî, her niha jî, Li Stenbolê derdikevîn; komek rewşenbîrên giranbiha li vira di jîn. Çend navend û komelên Kurdî jî, xebata xwe a niştimanperwerî li vî bajêrî, di domînin.

Her sal, heftîya dawî a meha Nîsanê lî navenda qedîm a çand û pîşe û hûnerê, lî bajarê Stenbol mîhrîcanek helbestan bî navê “ŞİİRİSTENBOL/ POETÎSTANBUL/HELBESTENBOL  pêk tê. Helbet dî çalakîyek wiha de pêwîste ku helbesta Kurdî jî, kêm nemîne. Lewra ye ku em hewil didin, bî baştirîn şîwe helbestvanên Kurd jî dî vê festîvale de cîh bîgrîn. Dî salên rabirdû de, şaîrên wekî Şêrko Bêkes, Mueyyed Teyîb, ji derveyê bakûrê Kurdîstanê hatin û beşdar bûn. Lê îsal cara yekem bu ku jî çar zarav u devokên zimanê Kurdî helbesta Kurdî bû hevalbendê helbesta cîhanê, û nêzîkî deh şaîrên Kurd beşdar bibûn.
 
Jî Bexdayê, berêz Dr.Bedirxan Sîndî, bî devoka Behdînî, jî rojhilat Nahîd Huseynî bi zaravê Soranî, î bakûr jî Hasan Sağlam bî zaravê Zazakî u Latîf Epözdemîr bi zaravê Kurmancî, di festîvalê de, helbestên Kurdî xwendin. Şaîrên wekî Mûslim Çelîk, Arzu Alir, Kezîban Karaaslan, Şenel Gökçe, Sema Gûler û Enver Bulut ku bi esle xwe Kurdîn, lê, mixabin ku bi Tûrkî dinivsînîn, ew jî mêvanên festîvalê bûn .Hewceye ku em bêjin, berêz Berken Bereh jî, hatibû dawet kirin lê, heyf ku rêzdar Bereh beşdar ne bû.

 Di dema amadekarîya festîvalê de, ji bona beşdarîyê, rêzdar Kemal Burkay jî, hat dawet kirin û  bi dilgermî û bi  hêvîyek mezin festîval bendewarîya Burkay dikir. Lê Burkay, bi daxuyanîyek rageyand ku ew, wê nikaribe were. Her wiha Burkay kîtêbeke  xwe ji bo piştevanîya festîvalê, pêşkêşî sazûmana festîvalê kir.

Şairên Kurd bi serkevtî di gelek warê helbestxwendînê de, bi coş helbestên xwe xwendîn.Ya balkêş ew bû ku di çend zanîngehên fermî yên gîrêdayê Wezareta Perwerdehî a Tûrkîye de jî, îsal bi Kurdî helbest hatin xwendîn û li ser wêje û helbesta Kurdî gotarên baş û bi nirx pêşkêşê guhdar û bîneran hat kirin. Wekî Zankoya Boxazîçî, lîseyên Qasimpaşa û Şîşlî Terakî.

Her weha,lî navenda Sesam’ê ( Navenda Hûnermendên Sînemayê),YKK ( Navenda Banka Yapî Kredî), Lî navenda Endezyarên Makînen, (TMMOB), lî Komela Pîştevanên Galatasaray,li weqfa Nazim Hîkmet û li şanoxaneya Seyrî Mesel,Kurda bi sitran û helbestên Kurdî,zîyafeteke baş dane temaşevanan.

Her weha hûnermenda Kurd Rojîn lî meydana Kadîkoy, li ser navê festîvalê, konserek bi Kurdî pêk anî û helbestek jî, xwend. Rêzdar rojîn lî Otel Dedeman jî, beşdarê dumahîka çalakîyên festîvalê bû. Şair û hûnermendên Kurd di encama festîvalê de, xelatên xwe wergirtin.

Çalakîya here baş ya Navenda Endazyarîya Makîneyan, liqê Stenbol bû. Li vir, tenê, helbestvan û hunermendên Kurd hebun.Rêzdar Bedirxan Sîndî lî ser helbesta Behdînan gotarek pêşkêş kir. Sîndî,di gotara xwe de li ser devoka Behdînan û rewşa edebîyata vê herêmê sekinî. Paşî jî helbestek netewî u azadîxwaz xwend.

 Paşî ,Rêzdar Nahîd Xanim jî, bi başî li ser rewşa berhemên edebî yên  zaravê Soranî axaft u helbesta xwe a bi navê “Wexta ku neynik berê xwe ji min digûhêze” xwend. Piştî Nahîd Xanim, Hasan Saxlam,  çend helbest û sitranên Zazakî pêşkêş kir. Lê dawîyê jî, Latîf Epözdemîr gotarek gîştî li ser edebîyat û zimanê Kurdî pêşkêş kir û ji kîtêba xwe a nû a bi navê Dilbeyar ku di dema festîvalê de, hatibu çap kirin xwend. Lazime em bêjin ku hemu gotar û xwendinên Kurdî pê re dihatin wergerandin û bi Tûrkî û İngîlîzî jî, dihatin tercûme kirin, ji bo ku bîner û beşdarên Tûrk û bîyanî jî, merama gotar û sitran û helbestên Kurdî, fêm bikin.

Mêvanên festîvalê, her şev bi hevre, li xwarinxaneyên curbecûr di gel hev xwarin di xwaran û hev bi nêziktir nas dikirin. Ev demên azad bun ku bi dostanî derbas dibun. Ji Swêd, Danîmarka, Fînlandîya, Rusya, Ukrayna ,Romanya, Bulgarîstan, Filîstîn, Yunanîstan, Çeçenya û ji sê beşên Kurdistanê  û ji Ermenîstanê, 26 şaîrên bijare mêvanê festîvalê bûn.

Di heman çax de, kîtêbek li ser navê festîvalê hate çap kirin ku danasîna hemû mêvanên festîvale tê de cih girtin.

Festîval, bi merasimekî pirşeng, li Otel Dedeman, kûtayî bi karê xwe anî.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: