Li Cizîr Komeleya Mîr Celadet Bedirxan hate damezrandin
Her wekî tê zanîn çand, huner û dîroka me bi her avayî hatiye binpêkirin û pişaftin (asimilekirin). Komeleya Mîr Celadet Bedirxan di van waran de û bi van mijaran ve girêdayî warên siyasetê de jî dê kar û xebata xwe bike. Xeta komeleya Mîr Celadet Bedirxan, welatperwerî, Kurdayetî û parastina nasnameya Kurdî ye.
Damezrînerên komeleya Mîr Celadet Bedirxan ji van kesayetan pêk tê: Adnan Şık, Veysi Elçi, Ridvan Dalmış, Zana Dinler, Adil Ayhan, Mustafa Mungan û Hişyar Özalp. Merasîma vekirina komelê ji alîyê revebirîya komelê ve dê ji raya giştî re were eşkere kirin.
Her çende li bakûrê Kurdistanê di derbarê Bedirxaniyan de çendîn çalakî têne kirin û bi navê wan çendîn komele û xwendingeh bêne vekirin jî, bi mixabinî ku li başurê Kurdistanê heta niha çalakiyên bi vî awayî nehatiye pêkanîn.
Hêvîdarîn ku li başur jî bi navê Bedirxaniyan çendîn xwendingeh û enstitu bêne damezrandin û ala rewşenbîriya Bedirxaniyan li başur erdê nehêlin…