Polîtîk

KRG revandin û şehîdkirina Serdeşt Osman şermezar dike

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê revandin û şehîdkirina Serdeşt Osman rojnamevan û xwendekarê zanîngehê bi dijwarî şermezar û protesto dike. Ev teksta daxuyaniyê li jêr e:

Hikûmeta herêma Kurdistanê revandin û şehîdkirina Serdeşt Osman rojnamevan û xwendekarê zanîngehê bi dijwarî şermezar û protesto dike. Serdeşt Osman li roja çarê gulanê ji aliyê çend kesên nenaskirî ve li bajarê Hewlêrê hat revandin û piştî du rojan termê wî li bajarê Mûsilê hate dîtin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê şehîdkirina Serdeşt Osman bi tawaneke mezin dizane û hikûmet di wê qenaetê de ye ku armanca sereke ji wê kiryara hovane êrîşkirina ser asayîşa herêma Kurdistanê ye û gev û tehdîde bo ser jiyan û azadiya xelkê Kurdistanê, ji ber hindê aliyên peywendîdar bi cidî lokolînê li ser bûyerê dikin û dê wê bişopînin heta ku tawanbaran bibînin û tawanabar bigihîjin cezayê xwe.

Hikûmeta herêma Kurdistanê xwe parêzer û berpirsa jiyan û selametiya hevwelatiyan dizane, Hikûmete herêma Kurdistanê ji wezîfeya ser milên xwe dizane ku bi hemû rêyên qanûnî kar bike da ku rê li pêşiya wan tawanan bigire û tawanbaran jî siza bike.

Hikûmeta herêma Kurdistanê sersaxiyê li malbat, dost û hevalên Serdeşt Osman dike û hikûmet careke din tekîd dike ku, ji bona encamdarên wê tawana nemirovane bibîne û bide mehkemeyê, dê bi hemû îmkanên xwe bixebite.

Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê
Hewlêr
06.05.2010

Back to top button