HDPê du peyamnerên Rûdawê birîndar kirin

Tîma Rûdawê ya ku îro bi fermî ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo şopandina kongreya wê tevgerê hatibû vexwendin, li Enqereyê rastî êrişa alîgirên HDKê hat.

Di encama wê êrişê de kameramanê me Esed Aydin û montêrê me Farûq Albayrak birîndar bûn her wiha kameraya Rûdawê hat şikandine û dest danîn ser kelûpelên Rûdawê.

Dema Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî ji êrişkeran xwest aram bin û haya wan jê hebe ku 2 roj berê HDPê ji tîma Rûdawê re gotiye kongreya wê bişopîne ji ber wê jî divê kelûpelên tîmê bidin wan lê alîgirên HDPê ev yek qebûl nekiribûn û ji wan re wiha gotibûn: Hûn MÎTa Tirkiyeyê ne û nabe li vir bimînin.”

Ji ber vê yekê, tîma Rûdawê li ba polîs li wan doz vekir. 

Rûdaw bi tundî vê êrişê protesto dike û vê yekê wek êrişa li dijî azadiya karê medyaya dide zanîn. Rûdaw her wiha daxwaz ji hemû alîgirên azadiya karê medyaya dike ku êrişa li ser tîma Rûdawê şermezar bikin.

Rûdaw di heman demê de bang li rayedarên HDKê dike ku bi awayekê berpirsiyarane li hember wan êrişên ku li tîma Rûdawê hatine kirin, helwesta xwe nîşan bidin.

Tora Medyayî ya Rûdawê

15/11/2014

 

Nerîna min :