Êzîdiyên Şengalê ku ji ber zulma DAIŞ’ê reviyane û li hinek ji bajarên Bakûrê Kurdistanê bûne mêhvan, bi şandekî 15 kesî li gel Recep Tayîp Erdogan Serok Komarê Tirkiyê hevdîtinek pêkanîn û piştî hevdîtinê bûne mîhvanê TRT6 û bersîva pirsiyarên rojnamevanan dan.
Li ser navê Êzîdiyên li Tirkiyê Dawid Mûrad Qerî û Pakîze Îsmaîl pirsên TRT 6 ê bersîvandin. Di destpêkê de behsa rewşa Êzdiyan bi giştî kirin û paşê jî behsa Êzdiyên li Tirkiyê kirin û dane zanîn ku gelek jin û keçên Êzîdiyan di destê DAIŞ a dirinde de wekî dîl û êsîr mane. û DAIŞ van keçên di destên xwe de li bazaran de wekî koleyan difroşe.
Dawid Mûrad Qerî ragihand ku wan ji Erdogan û ji Tirkiyê xwestiye ku alîkarî bikin ku demeke nêzîk de keç û jinên wan bêne azad kirin.
Li ser pirsekî rojnamevanê TRT 6 gelo Êzîdî ji gelê Tirkiye û ji Recep Tayîp Erdogan çi dixwazin? Pakîze Îsmaîl ku wekî nûnerekî jinên Êzîdî beşdarî bernameya televizyonê bûbû got: Em tiştek naxwazin û saxî û selametiya we û gelê Tirkiyê dixwazin.