Nivîsar

HDP di nava Qendil û Îmralî de şaş bûye

Di van herdu salên dawî de Artêşa Tirkiye gelek operasyonên mezin li himber çekdarên PKKê kirin. Rojane balefirên şer yên Tirkiye li başûrê Kurdistanê baregehên PKKê bombebaran dikin.

Demek dirêj bû ku çalakiyên PKKê sekinîbûn û deng ji wan nedihat. Hilbijartina herêmî yên 31ê Adarê de, HDPê li dijê AKPê pişgiriya berbijêrên Tifaqa Milet kirin. Bi pişgiriya HDPê bajarên wek Enqere, Stanbul, Edena û Mersin ketin di destê CHPê de. Li ser Stanbulê gelek gotubêj çêbûn, di encam de hilbijartina Stanbulê ya Şeredariya Mezin hate îptal kirin.

Niha cardin lidijê AKPê aniyek tê avakirin, tenê MHPê hevalbendiya AKPê dike. Lê vê  carê helwesta HDPê dikare bê guhertin. Eger HDP wek partî biryarê bide ku pişgiriya CHPê bike jî, helwesta Ocalan dikare gelek tişta di nava HDPê de bide guhertin.

Piştî hevdîtin li gel Ocalan li Îmralî çêbû, parêzerên Ocalan peyamek wî gihandin Raya Giştî, gelek nirxandinên cuda li ser hevdîtina li gel Ocalan û naveroka peyama wî hatin kirin.
Eşkereye ku ji bo AKP li Stanbulê winda neke hewara xwe gihand Ocalan û Ocalan jî bersiva daxwaziya AKPê daye. Ji îro pêde her roj Ocalan dikare helwesta xwe di derbarê hilbijartina Stabulê bide diyarkirin.

Tişta ku gelek balkêş ewe ku, “Tecrita “ PKK digot ku li ser Ocalan heye ji holê rabû. Lê hêja Qendil biryara dawî anina grevên birçîbûnê nedaye. Gelo di rastiyê de armanc `Tecrit“ bû? Yan manevrayek siyasî ya Qendil bû ku bu sedemê 8 insana jiyana xwe ne ji bo tiştekî ji dest dan.

Herweha gelek balkêşe ku, piştî hevdîtina li gel Ocalan , PKKê li herêmê de çalakiyên xwe zêde kir. Ev tê wateya ku, Îmralî naxwaze cardin pêvajoyek li gel Ocalan bê destpêkirin û Qendil xwe nawenda biryarê dibîne. Gelek eşkereye ku hêdî Qendil guh nade fermanên Ocalan. Lê dê rewşa HDPê çibe nayê zanin. Dixweyê HDP di nava “ xelil û Celil de “ dimîne.

Piştî peyama Ocalan deng ji Demirtaş jî naye. Gelo Ocaln dengê wî birî? rolên siyasî hatin guhertin.

Piştî di van rojan de çalakî têne kirin û operasyonên berfireh dibin, cardin metirsiyek mezin di nava civakê de peydabûye. Lê dixweyê ev hemû heta 23ê Hezîranê ye.

Nûçe/Analîz

Back to top button