“Dema Erdogan dibêje Kurdistan, bûyerek rûdide“

Di malpera Oda TV ê de nivîskarê malperê Muyesser Yildiz di derbarê hevdîtina li gel Ocalan û biryara rakirina qedexeye hevdîtinan li ger parêzeran nivîsek dirêj nivîsandiye.

Nivîskar di destpêka nivîsa xwe de dibêje: Dema ku Erdogan dibêje Kurdistan di cih de bûyerek çêdibe.

Yildiz dibêje :“ Dema propagandeya hilbijartinan de Erdogan got: Li Welatê min de cihek navê wê Kurdistan be heye? Eger tu bixwazî li Kurdistanê bijî biqeşte herê bakurê Irakê li wê derê Kurdistan heye. Ew cihê ku Erdogan dibêje Kurdistan “Barzanistane“ û navbera wê derê  û Îmralî de hatunçûyina heyî ji were kurtahî bêjim.“

“ 15-16ê Şibatê di konferansa Ewlehiyê de li Almanya , wezîrê bergiriya Tirkiye li gel serokwezîrê ayinde yê “Barzanistanê “Mesrur Barzanî hevdîtinek kir. Mesrur Barzani di konferansê de gotibû ku, em tu cara PKKê wek rêxistinek terorist nabînin.“

“ 4ê Adarê cîgirê mûsteşarê wezîrê Derve yê Tirkiye Sedat Onal serdana Erbilê kir û li gel Nêçîrvan Barzani û Mesrur Barzani civiya.“

Yildiz berdewamiya nivîsa xwe de dibêje ku dawiya meha Nisanê wezîrê derve Mevlut Çavuşoglu serdana Erbilê kir û li gel Nêçîrvan Barzani û Mesrur Barzani hevdîtin pêkanîn.

Nivîskar behsa pêvajoya li Îmralî dike û dibêje: “ Ocalan piştî 8 sala hevdîtin parêzerên xwe re kir. Nameya wî hate belav kirin û qedexeya hevdîtina li gel parêzera bi temamî li ser rabû.“

Yildiz dibêje ku piştî hevdîtina cîgirê mûsteşarê wezereta derve ya Tirkiye Sedat Onal li gel Nêçîrvan Brazanî rojekî, serokwezîr Nêçîrvan Barzani li gel Al Monitor hevpeyvînek çêkir. Hevpeyvînek gelekî dirêj bû.

Nivîskar dibêje di vê hevpeyvînê de bersiva Barzanî ya du pirsa gelekî balkêş bû.

Pirs: Wiha xuya dibe ku Tirkiye li vir ji aliyê leşkerî ve gellek çalaktir be. Bi êrîşên esmanî êrîş dike ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ew jî bûye sedem ku kesên sivîl bêne kuştin. Her ji ber vê jî xwepêşandeke tund ji aliyê xelkê xwecihî ve li dijî Tirkiyê hate encamdan. Wiha duya dike ku tu di vê navberê de, di navbera helwesa PKK û Tirkiyê de asê mabî. Weke serokê pêşerojê, tu dixwazî proseya aştiyê di anvbera Tirkiye û PKKê de were zindîkirin?

Nêçîrvan Barzanî: Tenê weke bibîranînekê, ez di merasîma sondxwarina Recep Tayyip Erdogan de ku sala bihorî birêveçû, amade bûm. Ew jî yekemîn serdana min piştî referandumê bû. Min hertim bi zelalî û aşkere gotiye, PKK hincetan çê dike ji bo destwerdana Tirkiyê. Em nikarin vê qebûl bikin ku Herêma Kurdistanê, ji aliyê komeke bi vî awayî ve, weke navçeyekê bo pêkanîna operasyonan li dijî cîranên me were bikaranîn. Lewma divê em nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê yê rewa berçav bigirin. Her çend ev kêşe demeke dirêj e ku berdewam e, lê belê ew yek zelal e ku çareseriya serbazî nikare vê kêşeyê bi awayekê yekcarî çareser bike. Lewre jî di dawiyê de pêwîst e gotûbêj hebe. Berê me karî li gel birêz Erdogan biaxivin, hem wê dema ku serokwezîr bû, hem jî niha ku serok e, ew jî ji bo wê yekê ku em rewşekê çê bikin ku alîkar be bo proseya aştiyê û bo destpêkirina gotûbêjê. Herwiha me aliyên din jî anî ser qenaetê ku ev aştî û gotûbêj yekane rêya rast a pêşveçûnê ye.

Pirs: Niha jî di vê baweriyê de yî ku ev gotûbêj, gotûbêja aştiyê li gel vê grûpê, li gel PKKê çê bibe? Çimku wiha xuya dibe ku serok Erdogan naxwaze gotûbêjê li gel wan yan jî li gel grûpên Kurd ên “neterorîst” de jî bike.

Nêçîrvan Barzanî: Eger mebesta te ev e ku ev pirs bi temamî were çareserkirin, divê ev grûp jî têde beşdar bibe.

Di dawîyê de Mûyesser Yildiz dibêje: “ Ez nizanim tu girêdanek heye yan tuneye? Lê piştî vê daxûyaniya Nêçîrvan Barzanî meh û nîvê deriyê Îmralî hatin vekirin.

Werger ji Oda Tv/Rojevakurd

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: