Kultur

Min dît û nabêjim (Roman)

 

Silêman Çakir

Keça delal tu xweşikî.
Gotinê te weke xiştin.
Te ez jibon xweyî kûştim.
Wisa meke limin xortî.
..Zêrîn :Bawer bike neya te me.
..Ez hineke ne ji vadereme.
..Dibêjim seyda ne jivire.
..Dest nede min ez gûneme.
Jêhat :Zêrîne delal wê çawa bê?
Li cîkî Mîre li cîkî êle.
Xelk û alem wê çi bêje.
Rûreş ezim lê nestêleme.
..Mamoste Nivîskâr sîyasetmedar. Seyda û Zêrîn ji hevdû dûr ketin. Zêrîn zewicandin. Lê ne bi dilê wê bû. Bi helbestê bankire Jêhat ku ez neya teme. Ez a hinekî dîtirê me. Jêhat kete kûl û kedere, ku ez keçekê bi zorê nakim bin mahre xwede.
..Lê dema ez ji Mîr re bêjim wê felaketeke mezin çêbibê. Ey Xwada ez çawa çibikim.?Ji vê lewmê û vê kebrê. Bi zimanê helbestê bankire Zêrîn. Ez çibikim ji vî dillî, ne di seknê û ne hedane. Ez ketime bela reşde. Ez nikarim bêjim erê. Nikarim ez bêjim na.Zerî delal Tu dibê çi, aqil bid min , em tevde xilas bibin ji vî derdî. Zêrîn girî û hêstirê wê herikîn. Bankire Jêhat, xortê delal ez çi bêjim. Ez mame bê çare weke gêjim. Ez bê hişim wek serxwoşim. Nizanim ev çîye li pêşîye min.
..Jêhat girî û berê xwe dayî ezman. Got ey Xwadayê her tim mezin. Tu bibîne çarek lêzim. Me xilas bik ji dert û kûle. Zêrîn dest pê kir. …Kurê delal tu xweş mêrî. Tu egîtî xweş ciwamêrî. Tu esîllî şîr helallî. Lê ez çibikim dil nabê erê. Jêhat ku, keça delal tu keç Mîrî. Bav esîllî xweş eşîrî.
..Ger derbas bibê ev hinek wext. Piştî wextekî Jêhat û Zêrîn mîne xwîşk û bira jîyan kirin.Payîz derbas bu kete çêle. Çêle derbas bu Bihar hat. Gul vebûn Bilbile dest bi çêkirine hêlîne kirin. Li deşt û Zozan xwendin.
..Kewa kire qeb qeb. Bankirin hevdû û dest bi hêlîne kirin.Bu vize vize moz û mêşê hingiv. Şan çêkirin û dagirtin ji hingiv .Mêşin zan û berxik çêkirin. Bu hoqe hoqe şivane. Bêrîvan çûne bêrîyê. Şivane bi bilúllê xwe bankirin bêrîvane. Bêrîvane xwe xemilandin û çavê xwe kil kirin raiştin nanê şivane û satilê xwe.
..Derketin ser rêçkâ bêrîyê. Bankirin hevdû û gotin wa şivano bilûlvano. Şivane bersiv dan û gotin vaye em li virin. Bêrîvane dest bi doştine kirin. Pez doştin û derketin ser rêçkâ xwe. Gotin avêtin ber hevdû.
..Bêrîvanek dibêjê ez xweşik û pir delallim. Ji kezebê ez dinalim. Kur mamê min , min fahm nakê. Ez tim liser har û dînim .Bêrîvaneke dîtir dibêjê, Şivanê min pir delalle. Ew xweşike bilúl vane. Ew aşiqê bêrîvane. Lo şivano ez heyrano, ez qurbano. Jêhat û Zêrîn mahr kirine lê di tirse Mîr û êlêdene. Ku jiwa bi pirsin çime zarokê we çênabin….Seyda ji derdê evînê brîndar û dil bi kûle. Dibêjê ey Xwadayê min çime stare min çênabê. Ez zarok bûm û sêwî mezin bûm. Min xwest ez bi xwênim, ewjî ji destê min çû. Hatim ketim bin sîye Mîr de.Derdê evînê dest pê bu. Ey Xwadayê min Evînê ez xistim hàlê xerab. Ez mihacir bûm ey Xwadayê min. Tu min şaş meke û hişê min ji serê min nebe , ey Rebbê min.
..Seyda di meşê û ji xwere mijûl dibê. Bi hàlê xwe digirî û gazine dikê. Meşî û hey Meşî. Deşt, çîye, newal nayê ber çavê seydayê delal û hêja. Westîye û leqayî kanîkekê bu. Wext Bihare û şeqe şeqe bilbileye.
..Seyda turikê xwe danî ser kevirekî ber kànîyê. Qaputê xwe danî û dest bi nimêje xwe kir. Berê xwe dayî qiblê û destê xwe vekir. Rûjûî Xwadayê xwe bu. Nimêje xwe xilas kir û dest bi dua kir. Got, ey Xwadayê mezin û dilovan. Rebbê bi tenê û bê şirîk û bê heval. Tu mezin û qadirê her tiştîye. Ey Xwadayê min kàînat bi te ye. Te şekil û şemal dayîyê. Ey Xwadayê min tu bi qedrê sed û bîst û çar (124.000)hezar pêxember bikê. Tu hedê wehedî û Xwadayê minî, ez evdê te me. Ez gûnehkàrim û Tu afûkârî , ey Xwadayê min. Ez sêwî, perişan belengazim .Min afú bike û vê zilmê rake. Min têxe rêke esassî. Gelê min bi minre bide naskirin. Ez kîme û ji çi qewmîme. Seyda dua xwe xilas kir û gezek ji nanê xwe xwar.
..Turikê xwe xiste bin serê xwe û qaputê xwe bi xwe dakir û raket. Dema di razê xewnekê dibînê. Xezaleke bi pirî (baz )dihate ber serê wî. Di got ey seydayê delal û hêja. Tu ji qewmê Arî û Kurdî. Gelê te Kurde û welatê te Kurdistane .
..Tu nevîyê Qaddî, Mistefa Barzan, Kawa, Simqo, şêx seîd, Lerî, Lorî ye. Welatê te mîne buke Biharê ye. Weke xezale ciwan li çîya yê spî ye.Mûhammed jî (SAV )ji qewmê te ye. Nevîyê Îbrahîm Xelîlle. Tu ne tirse evîne te Dîrokîye. Rabe tu gelekî nêzîkî Gel û welatê xweyî.
..Wê evîne te bibê minasebete gelek tiştê xweş û Dîrokî. Berî her tiştî here welatê Misrê. Liser welat, Dîrok û Gelê xwe perwerde bibe. Ey seydayê delal evîne te yek bu,buyî Du do. (2).Lê evîneteyî heqîqî , evîne welatê te ye. Rabe berê xwe bide Başur, Rojava, bimeş heta tu bi gihijê Misrê. ..
Çavê xerîbîyê kor bibê Rebbî. .Derdê bindestîyê ji derdê xerîbîyê girantir û zahmetire .Lê xerîbî ji bindestîyê tê. Xwadê male zalime xerabikê Rebbî. Kî bibê sebebe xerskirine evînê Xwada male wa wêran bikê.
..Dewrêşê Evdê, Ehmedê Xanê, Seydayê Tîrêj, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Seydayê Cegerxwîn, Qadrî Can, hwd. Bi agirê evîndarîye welat şewitîn.
..Ma kânîn hemû? Belê seyda kete rêçkà xerîbîyê derdê evînê û kûlê xwe xistin turikê xwe derket ser rêçkà xwe. Jibon ku xwe û welatê xwe nas bikê. Bi şev û roj meşî. Dema di wesitê liwir di rûnê û kerwanê ku derbas dibê hinek nan û av jiwa di xwazê û rêçkà xwe berdewam dikê. Leqayî gundekî bu male ku gihiştê li derî xist.

Back to top button