Polîtîk

Hêzên hevpeyman çalakiyên xwe li Kurdistanê berdewam dikin

Ji wezereta Pêşmerge cîgirê serokerkanê Kurdistanê Qehreman Şêx Kemal, di derbarê mayîna hêzên hevpeyman li herêma Kurdistanê konferansek rojnemevanî li darxist.
Tê zanîn ku hêzên hevpeyman wek Amerika, Almanya û Hollandayê çalakiyên xwe li Iraqê dabûn sekinandin. Taybetî piştî helwesta Amerikayê li dijî Îranê ev biryara hanê hatibû dayîn.

Piştî biryara Amerîkayê ya vekişîna hêzên leşkerî û li Iraqê ji ber metirsiya êrîşa milîsên Îranê Serokê LÎjneya Peywendiyên Derve yên Parlementoya Kurdistanê Rêbiwar Babkey  bangê Amerikayê kirîbî û gotibû: ”Li Herêma Kurdistanê ti hêzeka çekdarî tuneye ku şer bi wekalet bo Îranê bike. Ji ber wê çendê em daxwazê ji îdareya Trump dikin biryara xwe ya derbarê Herêma Kurdistanê hilweşîne.”

Cîgirê serokerkanê Kurdistanê di konferansa rojnemevanî de got: Hêzên hevpeyman ji bo demek muwaqet çalakiyên xwe dabûn sekinandin. Lê ew cardin ji sibehê pêde li herêma Kurdistanê dest çalakiyên xwe wek berê dikin.

Kemal da xûyakirin ku, ev biryara hanê ji aliyê berpirsên hêzên hevpeyman ve ji wan re bi awayek fermî hatiye gotin.

Back to top button