Cîhan

Bahreyn daxwaz ji hemwelatiyên xwe kir ku terka Îran û Iraqê bikin

Bahreyn ji hemwelatiyên xwe daxwazkir ku, ji Îran û Iraqê vegerin û ji bo ewlehiya xwe serdana van herdu welatan nekin.

Li gora ajansa fermî ja vî welatî BNA ragihandî, Wezîrê Dervê yê Bahreyn di daxûyaniya xwe de, sedema vê biryarê , tunehiya ewlehiyê û xeterbûna rewşa li van welatan dide nîşandan.

Ev biryar di demekî de hatiye ku, navbera Amerika û Îranê de nexweşî ber bi şerekî ve diçe. Têz anin ku li herêmê Bahreyn welatek hevpeymanê Amerikayê ye.

Piştî banga Amerikayê ya ku gelek karmendên balyoza xwe û hinek hemwelatiyên xwe ji Iraqê derêxe, kompanya Exxon jî li Iraqê hinek karmendên xwe şûnve kişandibûn.

Back to top button