Polîtîk

Greva birçîbûnê dawî tê muxatab Ocalan e

Greva birçîbûnê bi fermana Ocalan dawî tê. Ev e 67 rojin ku nêzikî 700 girtiyên doza KCK-ê di greva birçîbûnê de bûn. Di vê pêvajoyê de gelek nirxandinên cuda hatin kirin. Hetta gelek kesayeta BDP û kesên derve rexne kirin û gotin: Çima girtî dikevin greva birçîbûnê, bila yên derve bikevin greva birçîbûnê.

Xwediyê van gotina ji aliyê PKK-ê ve bi xiyanetê hatin itham kirin. Vê dawîyê ji bo pişgiriyê hinek parlementerên BDP-ê û kesayetên din jî dest greva birçîbûnê kirin. Herkesek bi armancek cuda helwest girtin.

Gotina dawî ji Ocalan hat. Di hevdîtina Ocalan li gel birayê xwe pêkanî daxwaz kir ku vêca dawî li greva birçîbûnê  bê anîn.

Ocalan di peya me xwe de got: Girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirine, wana karên ku pêwiste yên derve bikin girtine ser milên xwe. Kesên li derve, bila berpirsyariya xwe, nexînine ser milên girtiyên ku di nav çar dîwaran de ne, nexweş in û di bin mercên zor de ne.  Çalakiya greva brçîbûnê, ez wek şêweyeke çalakiyê her çiqas taswîp nekim jî, ku pêwîstî bi çalakiyeke vî rengî hebe, ne yên li zindanan, îcab dike ku kesên li derve bikin. Çalakiya greva birçîbûnê gellekî watedar e. Vê çalakiyê deng daye û gihaştiye armanca xwe. Bila qet di bin ti teredutan de nemînin û çalakiya xwe bi dawî bikin. Ez ji vira ji hemû çalakgerên di greva birçîbûnê de ne û bi taybet jî ji koma yekem û duyem re slavên xwe dişînim.

Niha gelek nirxandin li ser armanca vê greva birçîbûnê tene kirin. Lê ya rastî çikas tê gotin ev nayê zanîn. Greva birçîbûnê ya girtiyên di zîndanan de pirsek zîz e. Ji aliyê gelek kesan ve bi vî awayî hate nirxandin.

Lê gelo armanca vê çelakiyê ya bingehîn çibû? Niha dixweyê armanc ew bû ku Ocalan wek yekemîn muxatab bête dîtin. Ev yek tê hesabê hukumetê jî.

Wek tê zanîn eve demek bû taybetî piştî bûyera Farqînê bandora Ocalan li ser PKK-ê bû cihê gotubêjek berfireh. Hetta  hat îdiakirin ku li hevhatinên navbera dewletê û Ocalna de hatîn kirin ji aliyê hinek hêzên di nav PKK-ê de hate sabote kirin.

Ji bo vê jî Ocalan bi xwe nexwest parêzerên xwe bibîne. Ev yek jî ji aliyê birayê wî ve hatibû ragihandin.
Armanc çibe bila be, dawî anina greva birçîbûnê erêniye.

Xeber/Analiz

Back to top button