Ev jî serokê welatekiye

Serokkomarê Urugayê Jose Mujica ne wek serokkomarên cîhanê ye. Jiyana wî gelek cudaye. Awayê jiyana wî di van rojan de rojeva cîhanê de ye. Gelo serokkomarek ji bo çi bi vî awayî dijî.
Serokkomarê Uruguayê di xaniyekî di derê bajêr de dijî. Tenê otomobilek wî heye û ew bi xwe tajo. Du polis wî diparêzin. Ava mala xwe ji bîrê tine.
Jose Mujica li qesra serokkomariyê de naxwaze bijî. Serokkomar û jina xwe di erdê xwe de jî kar dike gula diçînin.
Serokkomar Jose Mujica mehane nêzikî 12.000 dolar deistine. Piraniya perê xwe dide dezgehên xêrxwaziyan. Ji bo wê jî ew di cîhanê de wek serokkomarê herî feqîr tê naskirin.
Jose Mujica gerilayek derîn e û niha ji aliyekî ve karê xwe yê serokkomariyê dike ji aliyê din ve jî karê xwe yê male ve mijule.
Jose Mujica 14 salan di zîndanê de maye û 6 cara jî birîndar bûye. Sala 1009-ê de bûye serokkomarê Uruguay.