Têkeliyên Kurdistan û Brîtanyayê ber bi qonaxeke nû
Di çarçoveya serdana şandeya bala a herêma Kurdistanê bo Londonê û beşdarîkirin di konfransa zîraetê a di navbera herêma Kurdistan û Brîtaniyayê de, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê digel Elîster Bert wezîrê dewletê bo karûbarên Rojhilata Navîn û bakûrê Efrîqiyayê yê hikûmera Brîtaniyayê civiya.
Di civînê de, her du aliyan behsa berfirehkirina têkeliyên navbera Kurdistan û Brîtaniyayê kir û di vê çarçoveyê de, wezîrê dewletê bo karûbarên Rojhikata Navîn û bakûrê Efrîqyayê behsa giringiya konfransa hevbeşa navbera Kurdistan û Brîtaniyayê a di warê zîraetê de kir û got ku, Brîtaniya dixwaze di hemû waran de têkeliyên xwe yên dostane digel herêma Kurdiatanê berfireh bike û pêş bixe. Wî got jî ku, hebûna konsulxaneya brîtanî li Hewlêrê, ji bo pêxistina têkeliyan, kanalek gelek baş e.
Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve ew pêngava hikûmeta brîtanî bilind nirxand û tekîd li ser pêşxistina têkeliyên digel Brîtaniyayê kir û got ku, ji bona serkeftina kar û xebatên konsulxaneya Brîtaniyayê li Hewlêrê, hikûmeta Kurdistanê amadeye hemû hevkarî, alîkarî û hevahengiyê pê re bike.
Her du aliyan di civînê de, herwesa, behsa kirîza siyasiya Îraqê û astengiyên dibine rêgir li pêşiya pêşveçûna pirosesa siyasî û demokrasî li Îraqê kir.
Rewşa Suriyeyê mijareke din a civînê bû û Mistefa got ku, heta nuha 40 000 penaberên surî hatine herêma Kurdistanê û eger rewşa surî baş nebe dê hijmara penaberên surî bo herêma Kurdistanê gelek zêde bibe.
Felah Mistefa daxwaz ji dewleta Brîtaniyayê û civaka navdewletî kir ku, hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin daku bi awayekî baştir xizmeta wan penaberan bê kirin û got: “Helwesa serokatiya siyasiya herêma Kurdistanê li hember rewşa Suriyeyê zelal û eşkere ye ku, pêwîste gelên surî biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û paşeroja xwe diyar bikin. Serokê herêma Kurdistanê hewlên rêkxistin û yekgirtina aliyên opozisyona kurdî li Suriyeyê û beşdarîkirina wan di nav rêzên opozisyona surî de dide.”
Şandeya herêma Kurdistanê ji Sîrwan Baban wezîrê zîraetê, Newroz Mewlud rêvebirê konseya sermarazandinê û Beyan Samî Ebdulrehman nûnera hikûmeta Kurdistanê li Brîtaniyayê pêkhatibû.